Berxwedana Kobaniyên li ser sînor bi ser ket
Berxwedana Kobaniyên li ser sînor bi ser ket
Berxwedana Kobaniyên li ser sînor bi ser ket
Kobaniyên li ber Deriyê Sînor ê Kobanê hatin rawestandin û ji ber destûr nedihat dayîn ku li xaka xwe vegerin çalakiya rûniştinê lidar xistin, gihiştin armanca xwe. Bi sedan şêniyên Kobanê vegeriyan xaka xwe.
Kobaniyên dixwazin li cih û warên xwe vegerin, rastî astengiya leşker^ne Tirk tên.
Kobaniyan ji bo derbasî Kobanê bibin xwestin biçin Deriyê Sînor ê Kobanê, lê belê li ber Parka Suleyman Şah hatin li nuqteya polîs û leşkeran hatin rawestandin û ji wan re hat gotin, "Îro Yekşem e, roja betlaneyê ya fermî ye".
Li ser vê yekê Kobaniyan dest bi çalakiya rûniştinê kirin û ji nav polîs û leşkeran ber bi deriyê sînor ve dest bi meşê kirin. Piştî ku polîs û leşkeran bend rakirin bi sedan Kobanî li cih û warên xwe vegeriyan.



