Berxwedana Kobanê di roja 19. de xurtir dibe
Berxwedana Kobanê di roja 19. de xurtir dibe
Berxwedana Kobanê di roja 19. de xurtir dibe
Berxwedana şervanên YPG’ê û gelê Kobanê di roja xwe ya 19’an de berdewam dike. Çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîşê girê Meştenûr ê rojhilatê Kobanê kirin, êrîşa çeteyan rastî bersivdayina şervanên YPG’ê hatin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran girê Meştenûr ê rojhilatê Kobanê topbaran dikin. Şervanên YPG’ê jî bersiva çeteyan didin. Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê derbeyên giran xwarin, vê carê bi çekên giran girê Meştenûr topbaran dikin. Şer û pevçûn li rojhilatê Kobanê berdewam dikin.
Her wiha li eniyên rojava û başûrê Kobanê şer û pevçûn di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê didome.