Berxwedana gel operasyon sekinand
Berxwedana gel operasyon sekinand
Berxwedana gel operasyon sekinand
Li dijî operasyona artêşa Tirk a li bejahiya Roboskî, girseya gel ji doh bi şev û vir ve li qada operasyonê ye. Girseyê bi çalakiya rûniştinê nehiştin leşker derkevin operasyonê.
Li bejahiya Kuraçale ya ser bi gundê Roboskî ya navçeya Şirnex Qilabanê, ji ber operasyona artêşa Tirk di navbera leşkerên Tirk û gerîlayên HPG'ê yên vedikişiyan de, şer derket. Li gorî agahiyan, leşkerên ku xwestin li Girê Kuraçale waregeheke leşkerî ava bikin, doh saet di 04.00 de bi maşînên zirxî û yên leşkerî ketin ser rêya sînor. Li herêmê, ku balafirên keşfê jî tevahiya rojê difirya, nîvro di navbera leşkerên Tirk û gerîlayên HPG'ê de şer derket. Li dû derketina şer, helîkopterên kobra Girê Kuraçale bombebaran kir. Gerîlayên HPG'ê jî bersiv dan êrişa helîkopteran û di encamê de çawişekî pispor birîndar bû.
Bi bihîstina şer re gundiyên Roboskî bi endamên BDP, DOKH, ÎHD, Dayikên Aştiyê, MEYADER, Şaredarên herêmê, endamên meclîsa giştî ya bajêr û endamên meclîsa şaredariyê bi sedan kes ketin ser rêya herêma şer. Girseya gel, piştî meşeke 2 saetan xwe gihandin qada şer û li vê derê bi çalakiya rûniştinê nehiştin leşker hilkişin girê şer lê derketiye.
Welatî şeva xwe li Girê Kuraçalê derbas kir û nobed girtin. Hin ji welatiyan ji leşkerên li wê derê re gotin, "PKK'yî zarokên vî gelî ne. Hînê we ev fêm nekiriye? Emê nehêlin hîn bêtir xwîn birije." Di encama danûstandinan de girseya gel ji hêzên artêşa Tirk diyar kirin, ku heta leşker ji herêmê venekişin ewê çalakiya xwe dewam bikin. Çalakiya rûniştinê ya girseya gel a li ber tanqan dewam dike û hat ragihandin ku leşkerên artêşa Tirk gav bi gav xwe ji herêma operasyonê vedikişînin.