'Berxwedana 15 rojan, nerazîbûna civakî ye'
'Berxwedana 15 rojan, nerazîbûna civakî ye'
'Berxwedana 15 rojan, nerazîbûna civakî ye'
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Salahattîn Demîrtaş, di civîna meclisê de têkildarî pêşketinên di rojevê de axivî. Demîrtaş, destnîşan kir ku berxwedana 15 rojan a li Tirkiyeyê tê wateya nerazîbûna civakê li ferzkirin û zextan û wiha got: "Hêvîdarim hikûmet ji vê yekê dersê derxe."
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demirtaş, di koma BDP'ê ya Meclisê de têkildarî pêvajoya çareseriyê diyar kir ku pêvajoya muzakereyan di asteke nazikdeye û wiha axivî: "Di rewşa bidawîbûna merheleya yekemîn a pêvajoyê de divê hikûmet ji bo merheleya duemîn bixebite û bingehê wê yê hiqûqû û makezagonî amade bike." Her wiha Demirtaş ragihand ku ew li bendêne girtiyên nexweş di rojên pêş de serbest werin berdan. Demirtaş bi taybetî li ser berxwedana Parka Geziyê û helwesta hikûmeta AKP'ê rawestiya. Demirtaş diyar kir ku di nava 15 rojên dawî de hikûmetê li her derê welêt gaz bikar aniye û wiha anî ziman: "Li dewsa ku ev welat ji aliyê 'çapûlcu'yekî ve were birêvibirin, ji aliyê sê-pênc çapûlcuyan ve were rêvebirin wê demokratîktir be. Bi hinceta ku hûn ciwanan ji alkolê dûr bixin we ew xistin tiryakiyê gazê. Pêşniyara min ji bo we, hewl bidin van ciwanan fêm bikin, empatiyê pêk bînin û dawî li helwesta nayê çareseriyê bînin."
Demîrtaş bal kişand ser Parka Geziyê û wiha got: "Ji ber ku Geziyê ji ber wê mirov li Geziyê na rawestin. Mirovên li qadê ne ji ber ku azadiyê dixwazin diqîrin. Nûnerên hikûmetê hertim dibêjin me pir kêşaye. Dibêjin em ji ber baweriyê biçûk têndîtin. Ji alên qadê re jî dibêjin bal û pûl. Ev çi nêzîkatiye. Heqareta herî mezin hûn li Elewiyan dikin ev çi empatiye. Cihê ku gel ji xwe daxwaza paketa vekirina demokrasiyê hêvî dikir hûn rabûne li hemberî gel mîtîng pêk tînin. Hûn ji wir çi dixwazin. Ev gel azadiyê dixwaze hûn AKP herin di baxçeyê xwede mîtîngên xwe pêk bînin. Gel anîna hemberî hev tê çi wateyê. Ger serokwezîrek xwediyê vê helwestê be dê welat ji hev qut bibe. Her mirovek xwediyê jiyankirina jiyanek azade. Hûn nikarin bivê hesasiyetê bileyîzin. Serokwezîr ebedî nîne. Wê roj were Pewirdarên Taybet yên Dadgehê dê we darzine."
EV PÊNGAVÊN KRÎTÎKIN
Demîrtaş diyar kir ku Peywirdarên Taybet yên Dadgehê gelek kesên navdar darvekirine û bi dehezaran di cendereya vê dadgehê de derbazbûne û wiha axivî: "Ger ku wijdanê we hebe hûn mecbûrin vê yekê bibînin. Em di muzakereyan de giştin asta krîtîk. Qonaxa yekemîn ya bêdengbûna çekan bidawîbû. Bi erzanî em nehatin van noqteyan. Di destpêkê de birêz Ocalan ev navend avakir. Hûn hêj li hemberî kesê ku ev yek avakiriye bê hiqûqiyê dikin. Nikare bi dervere bikeve nava têkiliyan. Hûnê bivî awayî çawa muzakereyê bikin em pir mereq dikin. Qonaxa yekemîn berbi dawiyê ve diçe divê ku êdî hikûmet ji bo qonaxa duemîn qanûna hiqûqî ava bike."
AŞTÎ MESELEYA HERÎ CIDIYE
Demîrtaş wiha dirêjî da axaftina xwe: "Niha peywir hemû ya hêzên demokratîke. Aştî meseleya herî cîdiye ku emanetî hikûmetê nayê kirine. Di her pêngavê de berpirsyariyên herkesê cûdane. Di oxira ciwan êdî jiyana xwe ji dest nedin. Ji bo ku hikûmet berpirsiyariyên xwe bîne cih emê di her saniyê de cîdiyeta vê berpirsyartiyê ji hikûmetê re vebêjin. Ger ku hikûmet berpirsyartiya xwe neyîne cih wê rewşekî tehlîkelî derkeve holê. Ji bo ku ev yek pêk neyê divê ku hikûmet bi awayê cidî nêz bibe û peywira xwe bîne cih."
DIVÊ HIKUMET DERSÊ DERXÎNE
Demîrtaş herî dawî got ku: " Mirov tenê dema zikê xwe têr dike keyfxweş nabin. Kesayeta her mirovekî xwediyê nirxekê ye. Feraseta ku vê yekê tune bihesibîne nikare nirx bibexşîne mirovan jî. Em hêvî dikin ku hikûmet ji vê yekê ders derbêxe û yên ku dibêjin em fêm kir divê ku serokwerzîr jî hişyar bikin. Li cihê ku li Gaziyê bi cop û ava şid tê êrîşkirin divê ku paketa reforma demokratîk bigire."