Berxwedana 14'ê Tîrmehê li Stenbolê hat bîranîn
Berxwedana 14'ê Tîrmehê li Stenbolê hat bîranîn
Berxwedana 14'ê Tîrmehê li Stenbolê hat bîranîn
Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmehê M. Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Elî Çîçek û Akîf Yilmaz, li navçeyên Stenbol Esenyûrt, Beyoglû û Kuçukçekmeceyê hatin bîranîn.
Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmehê M. Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Elî Çîçek û Akîf Yilmaz, ji aliyê rêxistnên BDPê yên navçeyên Stenbol Esenyûrt, Beyoglû û Kuçukçekmeceyê ve bi çalakiyan hatin bîranîn.
Rêxistina BDP'ê ya Kuçukçekmeceyê bi beşdariya rêveber û endamên partiya xwe û gelek welatiyan, danê êvarê çalakiyek bîranînê lidar xist. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Kuçukçekmeceyê Ramazan Çetînçakmak di merasîmê de axivî û diyar kir ku bi peyama Newrozê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêvajoyeke nû destpê kiriye û got, "Ev nayê wateya bidawîbûna têkoşînê. Ji niha û pê ve bi rêbazên cûda têkoşîn dewam dike. Ew jî dema siyaseta demokratîk e. Em vê jî deyndarên şehîdan e."
Di merasîma bîranînê ya Rêxistina BDP'ê ya Esenyûrtê de jî li gel endamên Meclîsa Partiyê ya BDP'ê û rêveberên YAKAYDER'ê bi dehan welatî amade bûn. Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna berxwedêrên rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmehê destpê kir û di axaftinên li bîranînê de bal hat kişandin ser encamên berxwedana rojiya mirinê derxistine holê. Di merasîmê de li ser jiyana berxwedêrên rojiya mirinê yên jiyana xwe ji dest dan, sînevîyon hat nîşandan û dûre bi dawî bû.
Merasîma bîranînê ya Rêxistina BDP'ê ya navçeya Beyoglûyê jî li parkek li taxa Haci Ahmet pêk hat. Merasîma bi beşdariya bi sedan kesî, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Endamê Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Nîzamettîn Ozturk li vir peyivî û got, "Darbeya 12'ê Îlonê hatibû kirin. Ew darbe di rastiyê de li dijî gelê Kurd hat kirin. Bi berxwedana 14'ê Tîrmehê ya li zîndana Amedê re, li dijî vê zilmê, berxwedaneke bi rûmet hat nîşandan. Bi vê têkoşînê re dîrok hat nivîsandin. Eger em îro dikarin li vê derê biaxivin, ev bi saya şehîdên me ye.
Piştî axaftinan, merasîma bîranînê bi nîşandan sînevîzyonê bi dawî bû.