Hat ragihandin, belgeyên qat bi qat ji yên Wikileaks, UBS Leaks an jî Swiss Leaks qat bi qat zêdetir hene û wê ev belgeyên weke Panama Papers tên binavkirin, wê di nava vê hefteyê de bên weşandin.
Bi mîlyonan belgeyên zêdeyî 200 hezar şîrketên offshore yên ji aliyê şîrketeke îdarî û şêwirmendiyê ya li navenad Panamayê hatin avakirin an birêvebirin, ji aliyê organên medyayê yên Konsorsiyoma Rojnamevanên Lêkolîner a Navneteweyî (ICIJ) ve tên weşandin.
Ev belge di destpêka sala bihurî de ji aliyê çavkaniyeke nediyar' ve ji rojnameya Elman Suddeutsche Zeitung re hatin şandin. Tê gotin ev belge ji 2,6 tera octet (260 hezar mîlyar octet) pêk tê û xwedî 11,5 mîlyon dosyayan e. Hat ragihandin, Suddeutsche Zeitung ji ber zêdebûna van dosyayan ji Konsorsiyoma Rojnamevanên Lêkolîner a Navneteweyî (ICIJ) alîkarî xwest û bi sedan rojnamevanan belge lêkolîn kirine.
Di van belgeyên şîreta îdare û şêwirmendiyê ya bi navê Mossack Fonseca de, ku li Panamayê di navbera alên 1977-2015'am de 214 hezar şîrketên offshore ava kir û bi rê ve bir, agahiyên li ser şîrketên ji aliyê gelek lîderên dewletan, rêveberên payebilind û mirovên naskirî ve hatine avakirin, tên eşkerekirin. Li gorî rojnameya Le Monde ku di lêkolînkirina belgeyan de cih girt, armanca damezrandinê ya beşeke mezin a şîrketên offshore, şofandina pereyê reş e.
Detayên van belgeyan wê di nava vê hefteyê de bên weşandin. D belgeyan de şîrketên paravan ên lîderên Rûsya û Ûkrayna û 4 serokdewletên hîna li ser kar in, cih digirin. Di nava şexsiyetên navê wan di nav de hene de, Serokê UEFA Mîchel Platînî û lîstikvanê navdar Lîonel Messî jî hene.
Bi giştî navê 12 serokdewlet û serokwezîr, 128 siyasetmedar an jî karmendên payebilind, 29 mirovên dewlemend ên cihê xwe di nava 500 karsazên herî dewlemend ên cîhanê de cih digirin, hene.