Beşek ji belgeyên îstîbarata Kanadayê yên di meha Hezîranê de ketin destê Anonymous di medyayê de hatin weşandin. Li gorî van belgeyan li derveyî welat herî kêm 23 stasyonên şopandina teknîkî ya Kanadayê hene. Piştî nûçeya li ser mijarê ji aliyê îstîxbarat û jenderme ve lêpirsîn hat destpêkirin.
Di nûçeya li rojnameya Natîonal Post a li Kanadayê weşanê dike de, belgeyên rêxistina îstîxbaratê ya Kanadayê SCRS ji aliyê Anonymous ve hatine bidestxistin. Li gorî belgeyê, ji bo şopandin û guhdarîkirina li derveyî welat, SCRS bi 21 mîlyon dolarê Kanadayê lêçûna teknîkî kiriye.
Di raporeke ji aliyê Servîsa Îstîxbarat û Ewlekariyê ya Kanadayê (SCRS) ve di meha Kanûna 2014'an de hat amadekirin de, der barê pêbaweriya ji tevna binesaziyê ya li stasyonên îstîxbaratê yên li derveyî welat, agahî tê dayîn. Di rapora SCRS de tê destnîşankirin ku prosedura lêkolînkirina agahiyên li derveyî welat tên wergirtin, ji neçarî ye.
Di raporê de tê xwestin ku SCRS kelûmelên teknîkî yên di destê xwe de nûjen bike û dawî li nirxandina manûel a agahiyên li ber dest, were anîn.
Di nûçeya Natîonal Post de tê gotin ku hikûmeta Kanadayê heta roja îro qebûl kiriye ku bi tenê 3 navendên şopandina teknîkî li derveyî welat hene. Ev stasyon jî li Washîngton, London û Parîsê ne.
Piştî weşandina nûçeyê Jendermeyê Qraliyetê û Servîsa Telekomunîkasyon a Kanadayê (CTS) dest bi lêpirsînê kirin.
Kanada endamê tifaqeke îstîxbaratê ya bi navê 'Five Eyes (Pênc Çav)' a ji DYA, Brîtanya, Awûstralya û Zelanda Nû ye. Etward Snowden ê di sala 2013'an de agahiyên girîng li ser DYA weşandibû, detayên girîng ên li ser hêza vê tifaqa îstîxbaratê li ser Cîhanê, parve kiribû.