'Bêhna zarokên me ji van çiyan tê'

'Bêhna zarokên me ji van çiyan tê'

Dayika Aştiyê Emriye Ektîren li "konê çareseriyê" yê li Çiyayê Bagokê axivî û got, "Em weke hemû dayikên dilşewat îro hatin vê derê. Meheke ez çiya bi çiya digerim. Bêhna zarokên me ji van çiyan tê."

Bi pêşengiya rêxistina BDP'ê ya Bajarê Mêrdînê, bi armanca şopandina vekişîna gerîlayên HPG'ê ji Bakurê Kurdistane, li nêzî gundê Dagîçî "konê çareseriyê" hat vedan. Li dû vedana kon, deqeyek rêz hat giritn. Dayika Aştiyê Emriye Ektîren di axaftina xwe ya li vê derê de diyar kir ku ew Tirk e û got, "Kurekî min ê bi tenê hebû. Ew jî çû çiyê. Ez bi kurê xwe serbilind im. Em îro weke hemû dayikên dilşewat li vir in. Ev meheke çiya bi çiya digerim. Bêhna zarokên me ji van çiyan tê. Lê baweriya me bi dewletê re nîne, lewma hatine aştiyê gelekî zor e. Divê em rabin ser piyan û cîhanê bihejînin. Ji îro û pê de em nikarin li malên xwe rûnên. Divê em li ber serê çiyê bin. Eger em rûnên, dewlet aştiyê nade me. Dibêjin wê aştî were. Lê gav bi gav qereqolan çê dikin."

Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Bajarê Mêrdînê Reşad Kaymaz jî di axaftina xwe ya li vê derê de got, "Yekitiya Kurdan ji bo me ferz e. Divê em rojava ji xwe re mînak bigirin. Wan yekitiya xwe afirandin û ber bi azadiyê ve dimeşin. Em ji vê derê, gelê xwe yê li rojava silav dikin. Bila herkes bizanibe, destwerdanek li gelê me yê rojava, destwerdana li me hemûyane. Ji ber ku Kurd yek perçe ye. Armanca hatina me ya li vê derê ne tenê şopandine, lîstina rola xwe ye. Divê dewlet di vê demê de gavan biavêje. Pêwîste dewlet çêkirina qereqolan bisekinîne, pergala cerdevaniyê rake, statuya Kurdan bipejirîne, birêz Ocalan û hemû girtiyên siyasî serbest berde, rê li vegera Kurdan veke, xwezaya Kurdistanê azad bike, çêkirina bendavan were rawestandin, astengiyên li pêşiya perwerdeya zimanê dayikê bên rakirin, Kurd di destûra bingehîn de bên qebûlkirin û operasyonên siyasî werin rawestandin."

Balkêş bû ku di dema axaftinan de helîkopterên leşkerî li ser çiyayê Bagokê difiriyan. Li dû daxuyaniya li ber dahol û zirneyê govend hat gerandin.