BDP wê li qadan ji hukûmetê re bêje 'gav biavêje'
BDP wê li qadan ji hukûmetê re bêje 'gav biavêje'
BDP wê li qadan ji hukûmetê re bêje 'gav biavêje'
BDP, ji bo pêvajoya çareseriya demokratîk bimeşe, dest bi "pêngava çareseriya demokratîk" a sê mehan dike. Kampanya "Hukûmet gav biavêje" îro destpê dike û wê heta sê mehan çalakî bên lidarxistin.
Navenda Giştî ya BDP'ê, der heqê kampanya çalakiyan a bi navê "hukûmet gav biavêje" ya îro destpê dike de, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
BDP'ê da xuyakirin ku bi vê kampanyayê re ewê berpirsyariyên hukûmetê yên qonaxa duyemîn bînin bîra hukûmetê û destnîşan kir ku bi vê pêngava çareseriya demokratîk re daxwaza bingehîn wê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan be.
Bi kampanyayê re wê ev daxwaz werin kirin:
DI HEFTEYA YEKEMÎN DE MEŞÊN GIRSEYÎ
Di daxuyaniyê de bernameya çalakiyan a meha destpêkê hat eşkerekirin. Li gorî vê yekê wê di navbera 30 Hezîran û 6'ê Tîrmehê de meşên girseyî bên lidarxistin.
Dem û bajarên meşê lê werin lidarxistin weha ye:
BDP'ê da xuyakirin ku li gel van meşan, wê di 2'ê Tîrmehê de li Sêwas û Enqerê kesên di komkujiya Sêwasê de hatine kuştin bi girseyî bên bîranîn, her weha bi pêşeniya TUHAD-FED'ê ji bo azadiya girtiyan li ber Girtîgeha Metrîsê çalakî bê lidarxistin.
Her weha hat ragihandin ku wê bi awayekî girseyî beşdarî doza kuştinên kiryarên wan ne diyar a 5'ê Tîrmehê ya li Amedê bibin, ku tê de dosya Temîzoz tê darizandin.
HEFTEYA DUYEMÎN ÇALAKIYÊN RÛNIŞTINÊ
Di hefteya duyemîn a kampanya "hukûmet gav biavêje" de wê çalakiyên rûniştinê bê lidarxistin û berxwedêrên rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmehê bên bîranîn. Dem û cihê çalakiyên rûniştinê lê bên lidarxistin weha ye:
DI HEFTEYA SÊYEMÎN DE WÊ ŞOREŞA ROJAVA BÊ SILAVKIRIN
BDP wê di hefteya sêyemîn a pêngava xwe de çalakiyên ji bo silavkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê lidar bixe û bernameya wê jî weha ye:
DI HEFTEYA ÇAREMÎN DE WÊ JI QEREQOL, BENDAV Û HES'AN RE BÊJE RAWESTE
Di navbera 24 û 30'ê Tîrmehê de jî, wê li dijÎ çêkirina qereqol, bendav û projeyên HES'ê meş werin lidarxistin.
Meşên bi vê armancê wê li Şirnexê destpê bike û li Stenbolê bi dawî bibe.
Di daxuyaniyê de bang li tevahiya gelê Kurd û hêzên alîgirên demokrasî û aştiyê hat kirin, ku bi awayekî çalak beşdarî van meş û çalakiyan bibin.