BDP wê di 5'ê Tîrmehê de bimeşe Deşta Fîsê

BDP wê di 5'ê Tîrmehê de bimeşe Deşta Fîsê

Rêxistina BDP'ê ya Amedê, ji bo komkujiya li Licê bê ronîkirin wê di 5'ê Tîrmehê de bimeşe Deşta Fîsê.

Hevserokên BDP'ê yên Bajarê Amedê Zubeyde Zumrut û Mehmet Emîn Yilmaz, der heqê gulereşandina leşkeran li gundên Hêzan ê navçeya Licê de civîneke çapemeniyê lidar xistin. Zumrut da xuyakirin ku, di pêvajoya aştiyê de PKK'ê berpirsyariyên xwe bicih aniye, lê dewletê heta niha gav neavêtiye û got, "Hukûmet, di şûna gavan bavêje de, bi çêkirina qereqol û bendavan, pêvajoyê dixe xeteriyê. Ji bo pêşîgirtina li qereqol û bendavan, gelê Licê mafê xwe yê demokratîk bikar anî. Ji xwe bûyerên qewimîn jî, nerazîbûna demokratîk a gel bû. Lê belê, bi gulereşandinê bersiv ji vê nerazîbûnê nayê dayîn. Fîşeka li Licê hatiye teqandin, li mirovahiyê ketiye. Fîşeka li Licê hatiye teqandin, ji bo têkbirina vê pêvajoyê ye."

Zumrut diyar kir ku weke rêxistina partiyê ya Amedê ewê di 5'ê Tîrmehê de li Deşta Fîsê ya Licê li hev kom bibin û got, "Ji her navçeyên me, wê ji ber avahiyên me yên navçeyan wesaît bi vê armancê rabin."

Hevserok Mehmet Emîn Yilmaz jî destnîşan kir, ku divê qeymeqamê Tirk ê li Licê û Waliyê Tirk ê li Amedê, ji gelê Kurd lêborînê bixwazin.

Yilmaz da xuyakirin ku di vê pêvajoya aştiyê de daxwazên wan ên bingehîn azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û daxwazên xwe weha rêz kirin:

"Di serî de girtiyên nexweş, hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan
Xebatên çêkirina qereqol, bendav û HES'ê bên rawestandin
Dawî li xerakirin û komkujiya ekolojîk a li Kurdistan û Tirkiyê were anîn
Dawî li liv û tevgera leşkerî ya li Kurdistanê bê anîn
Leşker, polîs, akrep, TOMA, panzêr ji nava gel derkevin, biçin qişle û qereqolan
Perwerdeya Zimanê Dayikê destpê bike
Astengiyên li pêşiya zimanê dayikê bên rakirin
TMK û qanûnên antîdemokratîk werin rakirin
Sîstema cerdevaniyê bê rakirin
Benda hilbijartinê were daxistin"