BDP: Kurd xwedî li berxwedana dîrokî ya Seyid Rizayan derket

BDP: Kurd xwedî li berxwedana dîrokî ya Seyid Rizayan derket

BDP'ê der heqê 76. salvegera darvekirina Seyid Riza û hevrêyên wî de daxuyaniyek da û got, "Gelê Kurd bi asîmîlasyon, înkar û polîtîkayên komkujiyê re nehat tinekirin. Ji ber ku xwedî li berxwedana dîrokî ya Seyid Rizayan derket, raperîn mezin kir, têkoşîneke bi rûmet danî holê. Ev meşa azadiyê di serî de li Rojava li her çar parçeyên Kurdistanê veguheriye pêvajoya avakirina pêşeroja demokratîk, azad û bidestxistina statuyê."

BDP'ê di daxuyaniya xwe ya nivîskÎ de got, "Di salvegera 76. de em pêşengê berxwedana Dêrsimê Seyid Riza û hevrêyên wî bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin."

BDP'ê da xuyakirin ku Seyid Riza û hevalên wî ji aliyê sîstema kujer û îttîhatperest a komkujiya Dêrsimê ya 15'ê Mijdara 1937'an meşand, ku yek ji qirkirina herî mezin a dîrokê ye, bi xwînxwarî hatin darvekirin. BDP'ê diyar kir ku armanca yên darvekirin pêk anîn, tinekirina berxwedan û raperîna mezin a gelê Kurd bû.

BDP'ê ragihand ku ji ber Seyid Riza û hevrêyên wî ji berxwedana bi rûmet a gelê Kurd re pêşengî kirine, hedef hatine girtin û got, "Ji bo hevdîtinên aştiyê bang li Seyid Riza hat kirin, lê belê di rê de ket kemînê û ji wê derê jî ew birin sêdarê. Rêveberiya hingî, ji bo karibe Seyid Riza yê 75 salî bi darve bike temenê wî biçûk kir, temenê kurê wî jî mezin kir û bi vî rengî mora xwe avêt binê hovîtiyeke ku dîroka mirovahiyê ti carî nikare qebûl bike."

BDP'ê bal kişand ser bêrehmiya ew kesên ev darvekirin kirin û got, "Berevajî daxwaza wî ya dawî li pêş çavên Seyid Riza kurê wî bi darve kir û êşek mezin xistin dilê wî û gelê Kurd.

Yên ku ev trajiya gelê Kurd ti carî ji bîr nekir, di rûpelên bi lanet ê dîrokê de cih girtin. Seyid Riza û hevrêyên wî jî bi berxwedana xwe ya mezin re her tim di rûpelên bi rûmet ên dîrokê de cih girtin û dê her tim cih bigirin.

Gelê Kurd bi asîmîlasyon, înkar û polîtîkayên komkujiyê re nehat tinekirin. Ji ber ku xwedî li berxwedana dîrokî ya Seyid Rizayan derket, raperîna wan mezin kir û têkoşîneke bi rûmet danî holê.  Ev meşa azadiyê di serî de li Rojava li her çar parçeyên Kurdistanê veguheriye pêvajoya avakirina pêşeroja demokratîk, azad û bidestxistina statuyê."

BDP'ê da xuyakirin ku yên mîna Îranê bawer dikin ku bi darvekirina dê karibe vîna gelê Kurd bişkîne, eger li Îranê binêrin dê bibînin ku xwe dixapînin û got, "Yên ku li dijî Kurdan polîtîkayên herî bêrehm meşandin, divê li dîroka xwe ya tarî vegerin û hesab bidin.

Divê Tirkiye ji darvekirina Seyid Rizayan heta komkujiya Dêrsimê, ji hovîtiya 12'ê Îlonê heta kuştinên kiryar ne diyar û komkujiya Roboskî bi dîroka xwe ya tarî re rû bi rû bimîne. Çareserî û aştiya civakî bi vî rengî dibe."

BDP'ê da xuyakirin ku tevî di ser re 76 sal derbas bûne jî cihê gora Seyid Riza û hevalên wî hînê ne diyar e û destnîşan kir ku divê gorên wan tavilê bên dîtin û radestî gel bên kirin.