BDP: Komkujiya Sêwasê bihata ronîkirin, Roboskî rû nedida
BDP: Komkujiya Sêwasê bihata ronîkirin, Roboskî rû nedida
BDP: Komkujiya Sêwasê bihata ronîkirin, Roboskî rû nedida
Bi wesîleya 20. salvegera komkujiya Sêwasê, BDP'ê peyameke bîranînê weşand û destnîşan kir ku eger komkujiya Sêwasê bihata ronîkirin û kujer bihata cezakirin, wê komkujiyên Gazî û Roboskî rû nedabûna.
Navenda Giştî ya BDP'ê, bi wesîleya 20. salvegera komkujiya Sêwasê peyameke bîranînê weşand. Di peyamê de hat bibîr xistin du di ekomkujiya Sêwasê de yek jê zarok 2 xebatkarên otêlê bi gişti 35 kesan jiyana xwe ji dest dane û hat destnîşankirin ku ev komkujî di encama nêrîna dewletê ya li Elewî, nasname, çand û baweriyê cûda rû daye. Di peyamê de hat gotin, "Komkukiya Sêwasê, ku yek ji rûpelên tarî yên dîrokê ye, digel demeke dirêj di ser re derbasbûye jî, di wicdanê civakê de hînê birîneke. Ji ber ku komkujî bi hemû aliyên xwe nehatiye ronîkirin, hemû berpiryar nehatine darizandin û hin ji berpirsyaran li derveyî welat mîna ku tiştek nekirine, digerin."
BDP'ê ragihand ku li gel vê rewşê, daxwaza ji bo Otêla Madimakê bibe muze nehatiye qebûlkirin û destnîşan kir ku hukûmet û dewlet hînê birînên civata Elewiyan vedike. BDP'ê got, Li gel têkoşîna çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd, protestoyên Parqa Gezî û bilindbûna dengê dijberiya deshilatdaran jî, tê xwestin navê Yavûz Sûltan Selîm li Pira Sêyemîn bê kirin û diyarê pîroz ê Elewiyan Gola Çeto bê xerakirin. Ev hemû, civata Elewiyan birîndar dikin. Civata Elewî êdî nema xwe li sergerandinên bi navê komxebat û vebûnan radigirin. Vebûn û pêşketina rastî ya Elewiyan, bi naskirina malên cem weke îbadetxaneyan, watedar dibe."
Di dawiya peyama BDP'ê de hat gotin, "Eger bi ser komkujiya Sêwasê de biçûna, bûyer bihata ronîkirin û berpiryar bihata cezakirin, dibe ku komkujiya Gazî, komkujiya Roboskî rû nedabûya. Lê belê werê nebû. Her komkujiyên hatin nixumandin, bûn sedem ku komkujiyeke nû bê kirin. Diyare ku komkujiya Sêwasê gunehekî li dijî mirovahiyê ye."