BDP’iyan ji bo meşa Amedê belavok belav kirin

BDP’iyan ji bo meşa Amedê belavok belav kirin

Parlementera BDP’ê ya Amedê Aydogan ji bo meşa ku dê sibe ji aliyê Meclisa Ciwanan a BDP’ê ve pêkbê, belavok belavkirin û got, em weke BDP’ê li pişt ciwananin.

BDP’a Amedê û Parlementera Amedê Nûrsel Aydogan ji bo banga tevlîbûna meşa sibe dê Meclisa Ciwanên BDP’ê pêkbînin, li ber AZC Plaza kombûn û belavok belavkirin.

Parlementera BDP’ê a Amedê Nûrsel Aydogan, Hevserokê BDP’ê ê Amedê Mehmet Emîn Yilmaz, endamê MP’a BDP’ê Înal Kizilkaya ku tevlî belavkariyê bûn, beriya wê Parlementera Amedê Nûrsel Aydogan axaftinekî kurt kir.

Aydogan da diyarkiri ku, di operasyonên ku 14’ê Nîsana 2009’an de di bin navê “KCK’ê” de hatin pêkanîn de gelek ciwan hatin girtin û balkişande ser pêvajoya ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a dîrokî ku di Newrozê de hate kirin. Aydogan got: “Rêxistina me ya ciwanan ku 4 sale pêşiya wê tê girtin siyasetê neke tê girtin, bi Newroza 2013’an dest bi siyasetê kir. Meclisa Ciwanan a me dîsan dest bi karê xwe kir.”

Aydogan ji bo kampanya Meclisa Ciwanên BDP’ê li dijî madeyên hişber, fihûş, sîxurkirin û asîmîlasyonê bi slogana “dawî li pêkanînên dagirkerî bînin” ku dê sibe di demjimêr 17:00’an de li ber Parka Koşuyolu ya BDP’a Amedê bi meşekê destpê bike, banga tevlîbûnê kir. Aydogan diyarkir ku, ew weke BDP li pişt ciwananin.

Piştî axaftina Aydogan, BDP’a Amedê û Parlementera BDP’ê ya Amedê Aydogan li kolanên Amedê geriyan û ji bo meşe sibe belavok belavkirin û banga tevlîbûnê kirin.