BDP'ê li Wanê rêveberiyên herêmî nirxand
BDP'ê li Wanê rêveberiyên herêmî nirxand
BDP'ê li Wanê rêveberiyên herêmî nirxand
Di civîna Komîsyona Rêveberên Herêmî ya Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP) de, Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya axivî û got, "Hemû projeyên hatin çêkirin, projeyên vî gelî ne. Ji be ku xwediyê vî bajarî, ev gel e."
Civîna nirxandinê ya Komîsyona Rêveberiyên Herêmî ya BDP'ê li Navenda Çanda Nûda ya Wanê pêk hat. Di civînê de ji 21'ê Adara sala 2009'an û vir ve xebatên Şaredariyên BDP'yî yên li Wanê û karên meclîsa giştî yên bajêr û meclîsa şaredariyê hatin nirxandin. Di civînê de Alîkarê Hevserokên BDP'ê yê ji Rêveberiyên Herêmî û Ekolojiyê berpirsyar Parlamenterê Mûşê Demîr Çelîk, endama Desteya Rêveberiya Navendî ya BDP'ê Necla Yildirim, endamê Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Ramazan Yildiz, endamê Komîsyona Rêveberiyên Herêmî ya BDP'ê Tekîn Aygoren, Hevserokên BDP'ê yên Wanê, Şaredarên Bajarê Wanê, endamên meclîsên bajar û şaredariyê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl amade bûn.
"XWEDIYÊ VÎ BAJARÎ, EV GEL E"
Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya di axaftina xwe de diyar kir ku piştî xebata 4 salan ew di wê baweriyê de ye wê ji civîna nirxandinê encameke baş derkeve. Kaya ragihand ku projeyên wan derxistine holê, projeyên gel û daxwazên gel bi xwe ye û got, "Xwediyê vî bajarî, ev gel e. Dema em hatin ser kar, em bi rêxistinên civakî yên sivîl û mirovên bajêr re axivîn û me hewl dan pirsgirêkên bajêr eşkere bikin. Dûre jî em derbasî asta programê bûn."
Piştî axaftina Kaya, civîn li çapemeniyê girtî dewam kir.