BDP'ê kuştina Kaya û Hulo ji Wezîrê Navxweyî Guler pirsî
BDP'ê kuştina Kaya û Hulo ji Wezîrê Navxweyî Guler pirsî
BDP'ê kuştina Kaya û Hulo ji Wezîrê Navxweyî Guler pirsî
Parlamenterê BDP'ê yê Girtî yê Rihayê Îbrahîm Ayhan, di derbarê kuştina Hasan Kaya ku ji aliyê polîsan ve hat kuştin û Halaf Hulo ku li Çorumê ji aliyê nijadperestan ve hat kuştin ji Wezîrê Karê Navxweyî Muammer Guler pirsî.
Parlamenterê BDP'ê yê girtî yê Rihayê Îbrahîm Ayhan, kuştina Hasan Kaya yê di 6'ê Hezîranê de dema bi motorsîklet bû rastî êrîşa polîsan hat û li gel wî Omer Dag (18) birîndar bû û karkerê li Çorumê Halaf Hulo ku ji aliyê nijadperestan ve hat qetilkirin ji Wezîrê Karên Navxweyî Muammer Guler pirsî. Ayhan bi riya Serokwekîla Koma BDP'ê Pervîn Buldan xwest derbarê kuştina welatiyan de lêpirsîn bê destpêkirin û kuştina wan bê ronîkirin.