BDP'ê gilî kir

BDP'ê gilî kir

BDP'ê, ji ber dijwariya polêsan a li Stenbolê, giliyê Waliyê Stenbolê û Muduriyetê Emniyetê yê Stenbolê kir. 

Komîsyona Mafên Mirovan û Huqûqa Navendî ya BDP'ê, ji ber dijwariya polêsan a li berxwedana li Taksîmê nîşan da, giliyê Waliyê Stenbolê Huseyîn Avnî Mûtlû, Mudurê Emniyetê yê Stenbolê Huseyîn Çapkin û kesên din ên berpirsyar kir.

Di doza gilîkirinê de BDP'ê xwest berpirsyar ji ber gunehên "Bi zanebûn mirov birîndar kirine", "êşkence", "zilm", "gef", astengkirina azadiyê", "xerakirina aramiya mirovan", "astengkirina mafê agahdarkirinê" û "zerardayîna mal" bên cezakirin.

BDP'ê diyar kir,  ku polêsan bi nîşandan hedefê gule berdan xwepêşandêran û ji ber vê yekê gelek xwepêşandêr ji çav û gelek deverên bedena xwe birîndar bûne. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji ber êrişa polêsan bi hezaran kes birîndar bûne û Parlamenterê me Sirri Sureyya Onder jî bi zanebûn ji ling û milê wî hatiye birîndar kirin û neçar maye li nexweşxaneyê bê dermankirin."