Çêkirina qereqolên nû yên li gel pêvajoya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, ket rojeva Parlamentê.
Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, der heqê çêkirina qereqolên nû yên di pêvajoya çareseriya demokratîk de, pêşniyarpirsek pêşkêşî Parlamentê kir.
Ata di pêşniyarpirsê de ji Wezîrê Parastinê Îsmet Yilmaz bersiva van pirsan dixwaze:
- Hejmara qereqolên ji sala 1984'an û vir ve hatine çêkirin çend e? Çend ji van qereqolan kîjan salê û çend ji wan li kîjan bajarî ne?
- Çend ji qereqolên ji sala 1984'an û pê ve hatine çêkirin di roja me ya îro de tên bikaranîn? Çend ji van qereqolên çalak, li kîjan bajarî ne?
- Ji sala 1984'an û vir ve, bi giştî çiqas mesref li qereqolên hatine çêkirin çûye?
- Salê çiqas mesref li her qereqolekê diçe?
- Ji Çile sala 2013'an û vir ve çend qereqol tên çêkirin? Ev qereqol li kîjan herêmê û kîjan bajarî ne?
- Çend qereqol hene ku di sala 2013'an de çêkirina wan hatine plankirin, lê hînê dest bi çêkirinê nehatiye kirin. Armanca van qereqolên çêkirina wan hatine plankirin çiye?