BDP: Divê parêzerên di bin çavan de bên berdan
BDP: Divê parêzerên di bin çavan de bên berdan
BDP: Divê parêzerên di bin çavan de bên berdan
Alîkara Hevserokên BDP'ê Meral Daniş Beştaş, li dijî êrişa polêsan a li hemberî parêzerên li dij dijwariya li Taksîmê derketibûn, şermezar kir û xwest parêzerên hatine girtin tavilê serbest bên berdan.
Alîkara Hevserokên BDP'ê ya ji Komîsyona Mafên Mirovan û Huqûqê Berpirsyar Meral Daniş Beştaş bi daxuyaniyekê bibîr xist, ku bi dehan parêzerên destwerdana Parqa Gezî şermezar kirin, bi lêdanê hatine binçavkirin û der heqê mijarê de ev nirxandin kir:
"Hînê 32 parêzer, ji ber wezîfeyên xwe bicih anîne, li girtîgehê ne. Di ser de, parêzerên dijwariya dewletê şermezar kirin jî, li ber peykerê edaletê ji aliyê ew kesên ji gotinên Serokwezîr hêz girtine ve, hatin kaşkirin. Nêzîkatiya hukûmetê ya li çalakiyên Parqa Gezî û nêzîkatiya li dijwariya li hemberî parêzeran, dijwarî û tundiyê tîne. Ji ber vê yekê, divê hukûmet demek berî demekê dev ji zimanê dijwariyê berde. Li ser vê bingehê, pêwîste parêzerên hatine binçavkirin tavilê bên berdan û der heqê wezîfedarên dewletê yên wezîfeya xwe nebaş bikar anîne, lêpirsîn were vekirin. Em bang li Yekitiya Baroyên Tirkiyê û hemû sazî û dezgehan dikin, ku li hemberî vê bê huqûqiyê derkevin."