BDP: Divê meclîs piştî Remezanê bi awayekî awarte bicive
BDP: Divê meclîs piştî Remezanê bi awayekî awarte bicive
BDP: Divê meclîs piştî Remezanê bi awayekî awarte bicive
Cîgirên Serokê Koma BDP'ê Îdrîs Balûken û Pervîn Bûldan, sala qanûndanînê ya parlamentê nirxandin. Di civîna çapemeniyê ya li ser mijarê de hat ragihandin ku parlamentê wezîfeya xwe par bicih neaniye, lewma hat xwestin meclîs piştî Remezanê bi awayekî awarte bicive. Di civînê de xebatên destûra bingehîn a nû jî hatin nirxandin û hat destnîşankirin ku pêşniyarên BDP'ê yên di vê mijarê de, dikare rêveberiya welêt demokratîk bike.
Cîgirên Serokê Koma Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP) Îdrîs Balûken û Pervîn Bûldan civîneke çapemeniyê lidar xistin û sala qanûndanînê ya parlamentê ku ketiye betlaneyê, nirxandin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji bo çareseriya pirsgirêkên welê, parlamentê bersiv nedaye pêwistiyan û di serî de destûra bingehîn û demokratîkbûyîn gelek gavên bingehîn ên diviyabû bihata avêtin, ji sala nû ya qanûndanînê re hatine taloqkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin; "Divê beriya her tiştî em bêjin, vîna parlamentê ev du sal in girtî ye. Nûnerên gel ên hilbijartî parlamenter li girtîgehê ne. Li hemberî vê binpêkirina vîna gel, parlamentê tiştek nekiriye, çareseriyek neafirandiye. Ev bêbandoriya qanûndanîn û rêveberiyê ya li pêşberî wesayeta dadgeriyê, li ser navê siyaseta demokratîk şerm e. Divê Tirkiye şerma xwe ya di vî warî de êdî hew dewam bike. Divê nûnerên gel tavilê werin berdan û tevlî xebatên parlamentê bibin."
Balûken û Bûldan diyar kirin ku parlamentê ji pirsgirêkên demokratîkbûyîn, perwerde, tenduristî û xizaniyê re jî çareserî nedîtiye û destnîşan kirin ku AKP pirsgirêkên rastî daniye aliyekî û parlament bi tenê ji bo rojevên xwe yên taybet bikar aniye.
Balûken û Bûldan gotin, "Weke koma BDP/Blok'ê, bi berpirsyariya mûxalefeta bingehîn, me pirsgirêkên Kurd, Tirk, Elewî, komên bawerî û qewmî yên cûda, kedkar, karker, jin, xwendekar, derdorên cûda yên zayendî, mirovên ji ber baweriyê mexdûr mane, astengdar, hawirdorparêz û hemû bindestên vî welatî bi awayekî wêrek û biryardar xistine rojeva parlamentê û çareserî pêşniyar kiriye."
XEBATÊN BDP'Ê
Cîgirên Serokê Koma BDP'ê, li ser xebatên meclîsê yên BDP'ê statîstîk jî dan û gotin "BDP'ê 1900 pêşniyarpirsên devkî û nivîskî, 360 pêşniyarpirsên lêkolînkirinê, 100 pêşniyarên qanûnan daye, 600 caran kursiya civata giştî bikar aniye, 150 civînên çapemeniyê lidar xistiye û 40 pêşniyarên komê daye."
'AKP'Ê NEHIŞT PARLAMENT BI ROJEVA XWE YA RASTÎ RE MIJÛL BIBE'
Di dewama daxuyaniyê de weha hat gotin; "Li ser mijarên demokrasî, azadiya ramanê, dadgerî, mafên mirovan, bûyerên civakî, kuştinên kiryar ne diyar, pirsgirêka Kurd, zimanê dayikê, girtîgeh, jiyana kar, perwerde, aborî, tenduristî, polîtîkaya derve, çandên cûda, jin û hawirdorê de bi sedan pêşniyarpirsên lêkolînkirinê ji aliyê me ve hatine dayîn û ji bo çareseriya van jî me avakirina komîsyona lêkolînkirinê pêşniyar kirin. Lê belê, ji dengên AKP'ê, parlamentê nekarîbû bi rojeva xwe ya rastî re mijûl bibe."
Balûken û Bûldan asta heyî ya pêvajoya diyalog û danûstandinên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd weke "qonaxeke gelekî girîng" bi nav kirin û gotin, "Di pêvajoyeke bi vî rengî de, ji ber helwesta hukûmetê, parlamentê nekarî reformên demokratîkbûyînê têxe rojeva xwe. Ev yek weke kêmasiya herî girîng a pêvajoyê li pêşiya me disekine."
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser girîngiya komîsyona çareseriyê ya hatiye avakirin û hat gotin, "Xwezî vê komîsyonê vîna parlamentê bi temamî nîşan bida û hemû partiyan di komîsyonê de cih bigirta. Li gel hemû kêmasiyan jî, dewama xebatên komîsyonê li ser anvê çareseriyê girîng e, lê xebateke derengmayî ye."
'DIVÊ MECLÎS PIŞTÎ REMEZANÊ BI AWARTE BICIVE'
Balûken û Bûldan diyar kirin ku dor hatiye gavên demokratîk û gotin, "Me ji destpêkê ve gotin divê parlament nekeve betlaneyê û em xwedî heman nêrînê ne. Divê reformên demokratîk bi lezgînî têkevin rojeva parlamentê. Weke BDP, me pakêta demokrasiyê ya lezgîn amade kirin û pêşkêşî hukûmetê kirin. Bêyî dem di ser re derbas bibe, divê hukûmet van reformên demokratîkbûyînê têkeve rojeva xwe û bi sererastkirinên pêwîst re bîne rojeva parlamentê. Bêyî li benda meha Cotmehê bê rawestîn, divê parlament heman piştî Remezanê bi awayekî awarte li hev bicive. Bendewariya gelê me, raya giştî ya demokratîk û tevahiya civaka Tirkiyê bi vî rengî ye. Nabe ku demokrasî û azadî bên taloqkirin."
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser xebatên destûra bingehîn a nû jî û hat destnîşankirin ku daxwazî û pêwistiya civakê, qutbûna ji destûra bingehîn a darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê ye. Di daxuyaniyê de hat gotin "Îro bi tenê li ser 48 maddeyan li hev kirin çêbûye û ev yek bersivê nade bendewariyên raya giştî. Ji bo li ser maddeyên li hev kirin nehatiye kirin, li hev kirin pêk were, divê hemû partiyên siyasî rêyeke navberê bibînin. Divê neyê jibîrkirin, xetimandinek li vê derê rû bide, wê demokrasiyê bixetimîne. Kesê nikaribe ji binê vê tewanbariyê rabe. Referansa bingehîn a divê li ber çavan were kirin, ne xetên sor û feraseta yekane ya darbeya 12'ê Îlonê, daxwazên azadî û demokrasiyê yên civakê ye."
'PÊŞNIYARÊN ME YÊN MADDEYÊN DESTÛRA BINGEHÎN, WÊ BERSIVÊ BIDIN DAXWAZÊN CIVAKÊ'
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku maddeyên destûra bingehîn ên BDP'ê pêşniyar kirine, siyaseta demokratîk, azadî, bawerî, ziman, çand û hemû nasnameyên cûda ewle dikin û wê karibe sîstem û modêla rêveberiya îdarî demokratîk bike.