BDP: Divê hukûmet hişyariyên PE li ber çavan bigire
BDP: Divê hukûmet hişyariyên PE li ber çavan bigire
BDP: Divê hukûmet hişyariyên PE li ber çavan bigire
Wekîlê Serokê Koma BDP’ê Îdris Baluken di civîna ku li Meclîsê li dar xist de, da xuyakirin ku çi di aliyê siyaseta sivîl, çi jî di aliyê demokratîkbûn û pêvajoya aştiyê de be, Tirkiye yek ji serdemên herî krîtîk a dîroka siyaseta xwe de derbas dibe. Balukên têkildarî biryara Parlamentoya Ewropayê ya nerazîbûnên AKP’yiyan rexne kir û got, “Wek Partiya Aştî û Demokrasiyê em destnîşan dikin ku li hemberî biryarên Parlamentoya Ewropayê nerazîbûnên Serkwezîr, Wezîrê Karên Hundir û rayedarên din ên AKP’yî ne di cih de ne, li şûna bertekan divê hişyariyên Parlamentoya Ewropayê bigirin dîqetê û avêtina gavên demokratîkbûyînê yên pêwîst rewşeke bivênevê ye.”
Baluken got, dema têkildarî mafê mirovan û li hemberî sivîlan şîddetek bibe mijara gotinê civaka navneteweyî xwe bêdeng neke rewşeke xwezayî ye. Li ser saziyên çapemeniya navneteweyî û medyaya sanal re dîmenên li dunyayê belav bûn îspat kir ku ne mîna AKP’ê dibêje, çalakiya rêxistineke marjinal e. Berevajî mirovên azad hatine gel hevdu û îtîrazeke mafdar bi awayekî aştiyan e pêk anî ne. Tevayî dunya bû şahid bê hukûmeta AKP’ê li hemberî hemwelatiyên xwe çawa polîtîkayeke şîddetê ya bi pergal û bêsînor bi kar aniye.”
Balukan di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkaya hukûmeta AKP’ê ya derve jî got ku Hukûmeta AKP’ê bi xwe re welat ber bi bêçareseriyeke kûr û bêîstîkrariyeke polîtîk ve dibe.
Baluken wiha berdewam kir: “Weke ku ji vê metnê jî tê dîtin, em jî întîbaya ku demeke dirêj e Tirkiye meyla demokratîkbûnê wenda dike û bi lezekê ber bi otorîterbûyînê ve diherike parve dikin. Çi di pêvajoya gezî de, çi di çalakiyên Parka Gezî de hat dîtin ku li Tirkiyeyê pêdiviya demokratîkbûyîneke acil û pêşvexistina azadiyan diyar bû, desthilatdariya AKP’ê biryara girtina Hayat TV’ya di çalakiyên Parka Gezî de bû denge gel wergirt. Ev rewş nayê qebûlkirin. Divê tavilê li ser esasen daxwazên gel zîhniyeta qedexeker bê bidawîkirin û hukûmet reforma demokrasi û azadiyan aşkere bike.”
Baluken bi gotina “ Di vê mijarê de em bang dikin ku pêwîst e hukûmeta AKP’ê xebatên pêwîst tavilê pêk bîne.”