BDP: Divê artêşa Misrê xwe ji qada siyasî vekişîne

BDP: Divê artêşa Misrê xwe ji qada siyasî vekişîne

BDP'ê da xuyakirin ku darbeya leşkerî ya li Misrê dikare bandoreke neyînî li ser xwepêşandanên demokratîk bike û xwest, artêşa Misrê di dema herî nêz de xwe ji qada siyasî vekişîne.

Navenda Giştî ya BDP'ê der heqê darbeya leşkerî ya li Misrê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku darbe dikare bibe sedema zêdebûna tevlîheviya li herêmê. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em di wê baweriyê de ne ku xwepêşandanên demokratîk ên mîna li qada Tehrîrê, têkevin bi siya vê darbeyê."

BDP'ê diyar kir ku ne tenê li Tirkiyê li kîjan dever cîhanê dibe bila bibe, têkbirina hêza siyasî bi darbeyê nayê qebûlkirin û got,     "Yek ji pîvanên me yên sereke ew e, ku em alîgirin nêrînên siyasî li qada siyaetê bi rêbazên demokratîk têkevin nava pêşbirkê."

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Tevî vê yekê, hukûmeta piştî darbeyê bê avakirin, wê bi xwe re gotûbêjên rewabûna wê bîne û ev yek jî wê krîzê kûrtir bike. Em bang dikin ku artêşa Misrê xwe ji qada siyasî vekişîne, di dema herî nêz de hilbijartinên wekhev û zelal bên kirin û di çarçoveya vîna siyasî ya gelê Misrê de, pergaleke demokratîk were avakirin."