BDP: Bila êşkencekar bê ceza nemînin
BDP: Bila êşkencekar bê ceza nemînin
BDP: Bila êşkencekar bê ceza nemînin
Di Roja Piştgiriya bi Mexdûrên Êşkenceyê de BDP'ê daxuyaniyek da û diyar kir ku li Tirkiyê êdî êşkence bi awayekî vekirî li qadan tê kirin. BDP'ê xwest, êşkencekar bê ceza nemînin.
Alîkara Serokê Giştî yê BDP'ê ya ji Karên Huqûqî Berpirsyar Meral Daniş Beştaş bi wesîleya 26'ê Hezîranê "Roja Piştgiriya bi Mexdûrên Êşkencê re" daxuyaniyeke nivîskî weşand. Beştaş da xuyakirin ku êşkence êdî li kolan û meydanan li girseyên gel bi awayekî rêk û pêk tê kirin.
Beştaş diyar kir ku ji aliyekî din ve jî girtiyên nexweşên giran ên nikarin pêdiviyên xwe yên sereke yên jiyanê jî bi xwe tedarik bikin, li girtîgehan ji mirinê re hatine hiştin û got, "Vaye rewşa êşkencê ya li welatê me. Ev tabloya tarî, ne li gorî gotina hukûmetê "ji êşkencê re sifir tolerans" û ne jî li peymanên navnetewî yên huqûqî tê. Dest ji têkoşîna li dijî êşkencê berdin, hukûmet bi daxuyaniyên xwe kujer û êşkencekaran diparêze û ev yek rewabûnekê dide êşkencekaran."
Beştaş ragihand ku ew ji xemsariya li girtiyên nexweş tê kirin bi guman in û anî ziman ku Saziya Tipa Edlî, Wezareta Edaletê û meqamên fermî lal û ker bûne. Beştaş got, "Tevî bang û tesbîtên rêxistinên mafênmirovan û raporên tenduristiyê jî, girtiyên nexweşên giran ku piraniya wan bi kanserê ne, li gel trajediya malbatên wan dijîn, bi însafa tine ya dewletê re rû bi rû hatine hiştin."
Beştaş di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku êşkence bi hemû dijwariya xwe dewam dike û ji berê cûdatir êşkencekar êdî bi awayekî zelal û vekirî tên parastin. Beştaş xwest, dawî li pêkanînên êşkencê werin anîn, girtiyên nexweş ên giran bên berdan û yên li nava kolanan êşkenceyê dikin û mirovan dikujin, bêceza nemînin.