BDP: Bila binçavkiriyên Gezî tavilê bên berdan
BDP: Bila binçavkiriyên Gezî tavilê bên berdan
BDP: Bila binçavkiriyên Gezî tavilê bên berdan
BDP'ê xwest, tevî endamên Platforma Piştgiriya bi Taksîmê re 35 kesên duh hatin binçavkirin, tavilê bên berdan.
Navenda Giştî ya BDP'ê, der heqê bûyerên duh ên li Parka Gezî de qewimîn daxuyaniyek da û got, "Li hemberî bênasnamekirin, bêmirovkirin û betonkirina Parka Gezî û Taksîmê, gel bi rojane li ber xwe dide. Bersiva hukûmetê û Waliyê Stenbolê ya li vê têkoşîna gel, derveyî huqûq û bi tundiyê bû."
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Mirina pênc welatiyên me, birîndarbûyîna bi hezaran mirovan, korbûna gelek welatiyan, binçavkirin û girtinan têra hukûmetê û Waliyê Stenbolê nekirin" hat bibîr xistin endamên Platforma Piştgiriya bi Taksîmê ya xwest biçe Parka Gezî ya ji aliyê Waliyê Stenbolê ve bi "merasîmeke fermî" hat vekirin, hatine binçavkirin û weha hat gotin:
"Ji rêxistinên ked û pişeyê, rêxistinê girseyî yên demokratîk, nûnerên partiyên siyasî û rêveberan nêzî 35 kes hatin binçavkirin. Li ser vê yekê park ji nû ve hat girtin, lê belê gel heta nîvê şevê bi biryardarî rawestiyaye. Li ser vê yekê polîs neçar mane parkê biterikînin û parkê careke din ji xwediyên xwe yên rastî re mêvandarî kiriye."
Di dewama daxuyaniyê de ji ber pêkanînên neheq û derveyî huqûqê rayedar hat hişyarkirin û hat gotin, "Dest ji polîtîkayên bênasnamekirin, bêmirovkirin û betonkirina Taksîm û Parka Gezî berdin. Yên can stendin, mirov kor kirin, wan tespît bikin û ceza bikin. Dest ji pêla girtinê berdin, yên hatine girtin serbest berdin. Niha tavilê li gel endamên Platforma Piştigiriya Taksîmê hemû binçavkiriyan berdin."