BDP bi malbatên gerîlayên PKK'ê re civiya

BDP bi malbatên gerîlayên PKK'ê re civiya

Heyata BDP'ê li Dêrsimê bi malbatên gerîlayên PKK'ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin cem hev û civîn pêk anîn. 

Rêxistina BDP'ê ya Dêrsimê amadekariya kongreya xwe ya sibê bi şîara "Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad" ku li Salona Sporê ya Ataturk pêk bîne berdewam dike. Heyeta BDP'ê ku ji bo beşdarî kongreyê bibe û der barê pêvajoyê de bi gel re civînan pêk bîne hat Dêrsimê, serê sibê bi malbatên gerîlayên PKK'ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane re, civîna bi taştê pêk anî. Heyeta BDP'ê bi malbatên gerîlayên PKK'ê re li Salona Taştê ya Reina Cafe hat cem hev. Di civîna bi taştê de Cîgirê Hevserokê Giştî yê BDP'ê Nazmi Gur, Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, gelek endamên Meclisa BDP'ê Şaredara Dêrsimê Edibe Şahin, endam û rêveberên BDP'ê jî di navde bi sedan kes amade bûn. Civîna taştê bi rêzgirtinê dest pê kir. Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan diyar kir ku zarokên kurdan ji bo azadiya gelê xwe livan çiyan e û wiha got: "Em dê heta dawî girêdayî doz û têkoşîna gerîlayên PKK'ê yên di şer de jiyana xwe ji dest dane bin. Em dê doz û têkoşîna wan bigînin serkeftinê. Heta ku em armanca wan pêk binin em dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Her kes dizane ku di makeqanûna 1924'an de nasname, ziman, çand û baweriya gelê kurd hat înkarkirin û tinekirin. Gelê kurd ji bo maê xwe heta niha 29 îsyan pêk anîn. Di 38'an de komkujiya Dêrsimê pêk hat û 70-80 hezar mirov hatin qetilkirin. 30 salin têkoşîna PKK'ê heye. Niha zarokên me 30 salin li van çiyan ji bo azadiya gelê xwe têdikoşe. Ger ku wê demê mafê gelê kurd hatibûya dayîn dê niha gelê kurd azad bûya. Heyata BDP'ê piştî xwarinê esnaf ziyaret kirin. Heyet dê sibê tev li Kongreya BDP'ê bibe û ji bo kongreyê bang li her kesî kirin ku tev li kongreyê bibin. Heyet dê li navçeyên Dêrsimê jî civinan pêk bîne.