BDP'a Erdexanê civînek ya çapemeniyê li darxist

BDP'a Erdexanê civînek ya çapemeniyê li darxist

Serokê Rêxistina BDP'ê ya Erdexanê Akif Avşar diyar kir ku, dê li hemberî pêvajoyê Kurd berpirsyariya xwe bi cih bînin. Kurd ji bo zanebûna rêxistinbûnê pêş bixin têbikoşin.

Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya Erdexanê, bi boneya pêvajoya dawî binirxînin banga tevlîbûna pêşwazîkirina Parlamenteran bikin li avahiya BDP'ê civîn pêk anî. Di civînê de endamê Meclisa BDP'ê, rêveberên BDP'ê û gelek rêveberên BDP'ê amade bûn. Civînê bi rêzgirtinê destpê kir. Serokê BDP'a Erdexanê Akif Avşar diyar kir, Kurd di vê pêvajoyê de dê rol û berpirsyariya xwe bi cih bînin û wiha got: "Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan di pêvajoyek wisa de ji bo êdî têkoşîn li ser qada siyasetê pêş bikeve pêngavek nû da destpêkirin. Em wekî gel dê siyaset, bîrdozî û felsefeya xwe li ser hemû bihosta axê dê vebêjin. Em dê têkoşîna xwa berdewam bikin. Endamê Meclisa BDP'ê Abbas Yoldaş jî diyar kir ku, di çarçoveya pêvajoya aştiyê de têkoyîna azadiya kurdan di azadî û aştiya Rojhilata Navendî de rola sereke dilîze.

Heyeta BDP'ê ku ji parlamenteran pêk tê dê di 3 Gulanê de biçin Erdexanê û Golê û wilatiyan ziyaret bikin.