Bayik: Xefleta AKP'ê

Bayik: Xefleta AKP'ê

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku Tevgera Azadiya Kurd her tişta ketiye ser milê wê pêk aniye û niha dora gavavêtinê ya AKP’ê û got, “Divê di dema herî kin de gavên ku baweriyê bidin gelê Kurd û hêzên demokratîk biavêje.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe ya bi ser nava “Xefleta AKP’ê” ya di Azadiya Welat de  da xuyakirin ku  PKK partiyeke çil salî ye û di qada herî dijwar a cîhanê de siyasetê dike, têdikoşe û bal kişand ser van xusûsan:  “Heke di erdnîgariyeke mîna Rojhilata Navîn de ev qas sal siyaset dike û li ser lingan dimîne, ev tê wateya ku ev tevger xwedî potansiyeleke mezin û tecrûbeya siyasî ye. Yên ku tevgereke ev qasî mezin ciddî negire, şik û guman tune ye ku dê wenda bikin.”  Nivîsa Cemîl Bayik wiha ye:   

“Mîna di bûyera Parka Geziyê de AKP bi tu awayî civakê li ber çavan nagire. Difikire ku ew ê karibe heya dawiyê siyaseta ‘Min kir û qediya’ bimeşîne. 
Bi têgihiştina ku hêza wê heye û ew ê karibe biçewisîne, tevdigere. Diyar dibe ku bi rastiya xwe ya wekî mezintirîn dewleta polês a cîhanê bawer e. Heke hebûneke siyasî ketibe rewşa ku hêza xwe ji polês distîne, ev tê wateya ku temenê we ne dirêj e. Li dewsa ku desthilatdariya AKP’ê bi gavên demokratîk xwe bi hêz bike, difikire ku dê bi hêza polês desthilatdariya xwe bidomîne. 
Nêzîkbûna wê ya ji bo pirsgirêka Kurd ku pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê ye jî ne demokratîk e. Tevî ku Tevgera Azadiyê gerîlla kişandin derveyî sînor jî tu gavan navêje. Tevî ku Tevgera Azadiya Kurd gavên ciddî diavêje jî hikûmeta AKP’ê bi rengekî ciddî nêzî meseleyê nabe. Hikûmeta ku nêzî vekişîna gerîllayan a derveyî sînorên Tirkiyeyê ku bûyera herî girîng a dîroka nêz ê dibe, nêzîkbûna ji bo hemû pêşketin û bûyerên din jî dê ne ciddî be. Tevgera Azadiya Kurd esîrên di destê xwe de serbest berdan, banga vekişîna derveyî sînor li gerîllayan kir, bêçalakîtî îlan kir û tişta ket ser milê xwe bi cih anî. Êdî tiştekî din ji Tevgera Azadiya Kurd divê neyê xwestin. A hikûmeta AKP’ê ew ê gavên ciddî biavêje, yan jî ev bêciddiyetiya AKP’ê dê were lêpirsîn. Jixwe civak û gelek derdor li van nêzîkatiyên AKP’ê mêze dikin û fikarên xwe tînin ziman. Bêguman bi van fikaran siyaset nikare were meşandin. Lê belê ev bêciddiyetî ji aliyê Tevgera Azadiya Kurd ve dê bi şêwazekî girîng li ber çavan were girtin û nirxandin. 
Heke hikûmeta AKP’ê difikire ku derfet û çareyeke din a Tevgera Azadiya Kurd tune ye, di nava şaşîtiyeke mezin de ye. Heke kîjan hêz tevgereke ku xwe dispêre milyonan mirovî û bûye îradeya gelekî ciddî negire, dê têkeve nava şaşiyeke mezin. Heke hikûmeta AKP’ê difikire ku ew ê Rêberê Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê bixapîne û bi wan bilîze, xwe dixapînê û dê xerab têk biçe. 
Divê hikûmeta AKP’ê di dema herî kin de wate û nirxê vekişîna gerîllayan a derveyî sînor fêm bike. Hikûmeta AKP’ê ya beriya niha digot gerîllayan vekişînin dê pirsgirêk çareser bibe heke niha bersivê nede vê gavê tê wetaya ku sextekariyeke mezin dike. Ev di heman demê de xefletek e. Ev xefleteke wisa ye, heke ji vê xefletê hişyar nebe dê di bin de bimîne. PKK partiyeke çil salî ye. Di qada herî dijwar a cîhanê de siyasetê dike û têdikoşe. Heke li erdnîgariyeke mîna Rojhilata Navîn de ev qas sal siyaset dike û li ser lingan dimîne, ev tê wateya ku ev tevger xwedî potansiyeleke mezin û tecrûbeya siyasî ye. Yên ku tevgereke ev qasî mezin ciddî negire, şik û guman tune ye ku dê wenda bikin.
Bi tevgereke wisa û Rêbertiya wê re nayê lîstin. Gerîlla ji bo gavên demokratîk ên ji bo çareseriyê werin avêtin derketiye derveyî sînor. Ji bo guherîna qanûn û makeqanûn û çareseriya pirsgirêka Kurd derketine derveyî sînoran. Ji bo vê yekê divê yekser qanûn werin guhertin. Gavên makeqanûna nû û xebatên wê divê bi lezgînî werin meşandin û bigihêjin encamê. Di serî de jî heke niyeta çareseriyê hebe, divê ji bo ku aliyê Kurd karibe rola muzakerevaniyê sereke bilîze, bi rehetî û serbest tevbigere. Kurd dê bi konferansa li Amedê zelal bikin ka gavên çawa biavêjin. Daxwaziya statuyê ya ku tê wateya xwe bi xwe birêvebirina Kurdan wê deynin holê. Heke hêviya vê konferansê ya ku tevahiya Kurdan temsîl dike neyê pêşwazîkirin, nabe ku Tevgera Azadiya Kurd û Rêberê Gelê Kurd vê yekê ji nedîtî ve werin. Heke daxwazên gelê Kurd neyên pêşwazîkirin, wê demê ne Tevgera Azadiya Kurd ne jî Rêberê Gelê Kurd bêdeng bimîne. 
Heke daxwazên jiyaneke azad û demokratîk ê gelê Kurd ku çil sal in berdêlên giran dide neyên pêşwazîkirin, heke pêwîst bike ne tenê çil salên din, çend caran çil salên din dê têbikoşe. Li gorî ku koledarî nayê qebûlkirin, kes nikare têkoşînê rawestîne. Heke jiyana azad a Kurdan pêk neyê, têkoşîn dê her biçe bilindtir bibe. Kurd xwedî dîroka zanîstî û têkoşînek bi vî rengî ne. Lewma yên difikirin ku beyî pêşwazîkirina daxwazên gelê Kurd dê karibin li ser deshilatdariyê bimînin, diyar e ku di rastiya pirsgirêka Kurd de tênegihiştine. Tirkiyeya ku di rastiya vê pirsgirêkê negihişt, çawa ku çil salî tevî ku şerê kirêt meşand jî encam bidest nexist, ji niha û pêde jî wê nikaribe bidest bixe. 
Tevgera Azadiya Kurd tiştê ketiye ser milê wê bi cih aniye. Niha dora gavavêtinê ya AKP’ê ye. Divê di dema herî kin de gavên ku baweriyê bidin gelê Kurd û hêzên demokratîk biavêje. 
Divê AKP bendewariyên Tevgera Azadiya Kurd, Gelê Kurd û Konferansa Amedê di dema herî kin de pêşwazî bike. Ger gavan neavêje, AKP wê di bin vê doza mafdar de bimîne.”