Bayik: Tirkiye dixwaze bi DAIŞ'ê re bigihêje armancên xwe
Bayik: Tirkiye dixwaze bi DAIŞ'ê re bigihêje armancên xwe
Bayik: Tirkiye dixwaze bi DAIŞ'ê re bigihêje armancên xwe
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku Tirkiye ji bo statuya Kurdan ji holê rake û li herêmê bibe xwedî giranî DAIŞ'ê bikar tîne û destnîşan kir ku berxwedana li Kobanê pîroz e û bang li gelê Kurd kir ku her derê bikin Kobanê. Bayik bibîr xist ku Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davûtoglû beriya du salan gotibû ku ew ê ti carî kantonên li Rojava nas nekin û diyar kir ku bi esasî yê DAIŞ'ê diajo ser Kobanê dewleta Tirkiyeyê ye. Bayik da xuyakirin ku êrîşa dawî ya DAIŞ'ê li hemberî Kobanê parçeyek ji planên Tirkiyeyê ya ji bo çêkirina herêma tampon e û anî ziman ku Tirkiye ji bo statuya Kurdan ji holê rake û li Rojhilata Navîn hîn bêtir bibe xwedî giranî, DAIŞ'ê bikar tîne.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, di bernameyeke taybet a Ronahî TV de êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê, hesabên Tirkiyeyê yên bi destê çeteyan dide kirin û berxwedana Kobanê nirxand. Bayik bal kişand ser rewşa Tirkiyeyê ya ji krîza aboriyê ya li cîhanê bibandor nabe û got, "Li tevahiya cîhanê krîz heye, lê li Tirkiyeyê nîne. Ji ber ku petrolê erzan ji DAIŞ'ê werdigire. Di bazara Başûrê Kurdistanê de mîlyaran qezenç dike û bi vê re desthilatdariya xwe xurt dike."
Bayik da zanîn ku Kobanê rola îro ya Stalîngradê li dijî zilm û dagirkeriyê dilîze û bang li tevahiya gelê Kurd kir ku her cihî veguherînin Kobanê.
Hevpeyvîna bi Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bi vî rengî ye:
-Çeteyên DAIŞ, piştî ku demekê li Iraqê, bi taybet li Şengalê komkujî pêk anîn careke din berê xwe dan Kantona Kobanê. Sedema vê çiye û bi taybet hevkariya Tirkiyeyê di vir de çi ye?
“Destpêkê ez lehengên ku li Kobanê şer dikin silav dikim, hurmeta xwe ji bo wan diyar dikim. Gelê me yê Kobanê li gel şervanên YPG/YPJ’ê bi hev re li wir qehremaniyekê dimeşînin û bi hemû kesî jî vê didin fêmkirin. Belkî di dîrokê de pir kêm berxwedanên wiha çêbûne. Ev leheng ne tenê ji bo Kobanê, ji bo tevahiya Rojava, tevahiya parçeyên Kurdistan û hemû însanetiyê, vê berxwedanê dikin. Ji bo wê berxwedaneke pir bi rûmet e. Mirov çiqas berdêlan jî bide ev berxwedan ew çend mezin dibe, bi wate dibe û bi ser dikeve, rastî jî ev e.
LI PIŞT ÊRÎŞÊN DAIŞ'Ê YÊN LI HEMBERÎ KOBANÊ HIN DEWLET HENE
Niha DAIŞ ev cara sêyem e êrîşî Kobanê dike. Cara yekem êrîş kir encam ne girt, cara duyem êrîş kir dîsa encam negirt û ev cara sêyem e bi quweteke hîn mezintir êrîşî Kobanê dike û dixwaze Kobanê dagir bike. Ger DAIŞ ev çend li ser Kobanê disekine, ev daxwaza hin dewleta ne, ev ne tenê daxwaza DAIŞ’ê û DAIŞ bi quweta xwe nayê ser Kobanê. Hinek vê dixwazin, di serî de jî dewleta Tirkiyeyê vê dixwaze. Ji ber ku dewleta Tirkiyeyê DAIŞ bi hemû alî ve mezin kir û kir quwet û cesaret da DAIŞ. Bi esasî yê ku DAIŞ diajo ser Kobanê dewleta Tirkiyeyê ye. Ev bi hemû alî ve derket holê. Heta ragihandinên dinyayê jî dibêjin Tirkiye bi her alî ve alîkariya DAIŞ dike, bi DAIŞ dixwaze derbê li Kurdan bide. Dewleta Tirkiyeyê ji bo Kurdan dijminiyê esas digire, wê çawa bikarin statuya Kurdan ji destê wan werbigirin, wê çawa bikarin destketiyên Kurdan ji destê wan bigirin vê esas digirin.
Ahmet Davûtoglû berî du salan got ku ‘em tu carî van kantonan nas nakin. Gelê Kurd ku xweseriya xwe çêbike, rêveberiya xwe çêbike em ti carî qebûl nakin’. Ev yek îro diyar dibe. Ya li Kobanê diyar dibe ev e, esas li pişt şerê ser Kobanê Tirkiye heye. Beriya êrîşê Kobanê bikin rayedarên Tirk ji bo Kantona Kobanê xeber şandibû û ew tehdit kiribûn. Gotibûn ‘kî li Silêman Şah bide, em ê li wî bidin.’ Silêman Şah dest DAIŞ de ye, ne dest gelê Kobanê de ye. Ew peyam bû, ew tehdit bû, yanî hûn tiştek bikin, li ber xwe bidin em ê êrîşê we bikin, wateya wê ev e. Jixwe bi trênan jî gelek çek, cebilxane û tang derbas kirin. Li nêzî Girê Spî gundê Keraba ku li vir îstasyona trênê jî nîne, trên li vir sekinandin û ew çek û cebilxane teslîmê DAIŞ kirin. Ev hin mirovan bi çavên xwe jî dîtine, ne ku propaganda ye, sabît e û hemû kesek dizane. Mesele ew wesayîtên zirxî yên dewleta Tirk dema nêz sînor dibin, şervanên YPG’ê gulebaran dikin.
‘PLANÊN TIRKIYEYÊ LI SER DAIŞ HENE’
Sedema ku bi israr dixwazin Kobanê bikin herêmeke tampon çiye û çima bi israr dixwazin DAIŞ bibe cîranê Tirkiyeyê? Di vir de armanca wan çi ye?
Niha çima Tirkiyeyê DAIŞ pêş xist, ji ber ku hedefên Tirkiyeyê hene. Ya yekem dixwaze bi DAIŞ derbê li Rojava bide, statuya ku Kurdan bi têkoşîn û berxwedana xwe çêkiriye ji holê rake, ya duyemîn jî ku bikare di siyaseta Sûriyeyê û Rojhilata Navîn de giraniya xwe çêbike ye û pişt re jî DAIŞ bike bazar. Niha koalîsyonekî navneteweyî çêbû û Tirkiyeyê destpêkê got ‘ez na kevim ê’. Hinek hincet ji bo xwe çêkirin, gotin ku li Mûsil, konsolosxaneya me, mirovên me destê wan de ne, ji bo wê gotin ‘em nikarin bikevin nav koalîsyonê.’ Dîsa gotin ku ger em bikevin koalîsyonê DAIŞ li Tirkiyeyê dikare li dijî me çalakiyan pêş bixe. Ev hemû hincet bûn, di rastiyê de Tirkiye naxwaze li dijî DAIŞ bikeve koalîsyonê. Ger ku bikevinê dibe ku DAIŞ kiryarên wan ên qirêj belav bikin. Wê demê Tirkiye nikare ji bin vê derbikeve. Yek jî ji bo ku Tirkiye bi koalîsyonê re bazarê bike neket koalîsyonê de.
TIRKIYE DIXWAZE DAIŞ WEK BAZAREKÊ BI KAR BÎNE
Di ragihandinê de wek tê axaftin ku dibêje Tirkiye bi Amerîka û koalîsyonê re bazarê dike. Ev bazara çiye, ew jî bedela DAIŞ Kurdan têk bibe ye. Ev jî tê wateya ger ku hun dixwazin ez bikevim koalîsyonê, dijî DAIŞ bi sekinim wê demê li dijî Kurdan jî divê hun daxwazê min pêk bînin, divê hun li kantonan xwedî dernekevin, li Rojava xwedî dernekevin. Li PKK’ê xwedî dernekevin û alîkarî nekin. Ev e hedefa wan. Tirkiye li gel vê dixwaze çi bike, dixwaze qadeke tampon çêbike. Wê vêna jî çawa çêbikin, wê bi DAIŞ çêbikin. Wê DAIŞ bajon ser Kurdan, bi DAIŞ gundan, bajaran vala bikin ji bo ku bikarin tampon pêş bixin. Tirkiye dibêje ev çend koçberî çêbû, ji bo tehdit heye divê ji bo min herêma tampon çêbibe. Di bin vê yekê de dixwaze tevahî herêma Rojava bêxin dibin kontrola xwe de. Dixwaze ew hemû destkeftî û rêveberiya çêbûye têk bibe. Dixwaze wan herêman bixe di destê xwe de, ev e hedefa Tirkiyeyê.
TIRKIYÊ XWEST KU DAIŞ ÊRÎŞÎ KOBANÊ BIKE
Li gel vê wê Tirkiye çawa bikare tampon çêbike, DAIŞ şand ser Kobanê. Ger ku DAIŞ êrîşî Kobanê kir, ev jî Tirkiyeyê xwest. Tirkiyeyê ew cesaret dayê. Tirkiye û DAIŞ bi hev re planekê dimeşînin. Ji bo vê ew hêza navneteweyî, ragihandina navneteweyî li vê nerehete û hin tiştan didin diyarkirin. Tirkiye ji vêna pir aciz dibe, ji ber ku rastiya Tirkiyeyê derdikeve holê. Wek ku me di destpêkê de got, şerê Kobanê di aliyê Tirkiyê de du tiştan zelal dike. Yek an wê têkiliyên xwe bi DAIŞ re qut bikin an ne, wê ev diyar bibe, ya duyemîn jî Tirkiye li Bakur di pirsgirêka Kurd de wê mûzakere bike yan ne. Wê ev zelal bibin. Ev jî îro derketin holê. Derket ku Tirkiye têkiliyên xwe yê bi DAIŞ re qut nake. Çiqasî bêje ez wê bikevim koalîsyonê, divê dijî DAIŞ çalakiyên çekdarî jî pêş bikeve, ev xapandine, ne raste, ji ber ku pratik vê derew derdixe. Hîna duh bû Tirkiyeyê du hemwelatiyên Rojava birîndar kirin û yek jî şehîd xist. Însanên bê sûc û gûneh in. Li sînor mirovan gulebaran dike. Pêşiya mirovan digirin ku derbas nebin û berê wan didin cihên mayînkirî. Ji ber ku gelê çû Bakur dixwazin vegerin Kobanê û li dijî DAIŞ şer bikin. Tirkiye naxwaze ev vegerin, pêşiya wan digire. Hinek cihan vala dike û dixwaze wan têxe nav mayînan de. Çend zarok şehîd jî ketin.
Ji bo wê Tirkiye bi her alî ve parastina DAIŞ dike û dixwaze bi DAIŞ hedef û armanca xwe pêk bîne. Yek dixwaze statuya Kurd ji holê rake, ya din dixwaze di siyaseta Rojhilata Navîn de giraniya xwe çêbike, ji bo wê jî DAIŞ dike bazar. Pêş vê jî dixwaze Kurdan, Rojava û PKK’e bike qurban.
-Derket holê ku Tirkiye di her alî de DAIŞ mezin kir. Gelo xeteriya vê yekê ya ji bo Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê çiye?
Niha rayedarên Tirkiyê bi taybet jî Yalçin Akdogan ê ku ji pêvajoyê berpirs dibêjin ku eger DAIŞ êrîşî Kobanê kiriye, sedema wê PYD ye, siyaseta şaş a PYD’ê ye, ji ber ku Tirkiye li ser suc hatiye girtin. Hemû kes dizane Tirkiyê DAIŞ mezin kir, pêş xist û Tirkiye wane tajo ser Kurdan. Yê ku çek dide, cebilxane dide, erzaq dide, birîndarên wan tedawî dike, dîsa yên ku ji welatên derve tên Tirkiye wan dihewîne, derbasî Rojava û Sûriyeyê dike, wan perwerde dike, qampên wan hene li aliyê Bakur, Tirkiyê dîsa subayên Tirk wan perwerde dikin, heta di nav DAIŞ di şer de cih digirin. DAIŞ jî petrolê erzan dide Tirkiyê, Tirkiye di aliyê aborî de ji vê sûd digire. Ji bo wê li tevahê dinyayê krîz heye, lê li Tirkiyeyê nîne, ji ber ku petrolê erzan werdigire. Di bazara Başûrê Kurdistanê de mîlyaran qezenç dike û bi vêna îxtîdara xwe xûrt dike.
TIRKIYE LI SER SÛC HATIYE GIRTIN
Îro gelek rastiyên Tirkiyê derketine. Her kes vêna dinivîse, diaxivê û dibêje. Tirkiye li ser suc hatiye girtin. Ji bo ku Tirkiye vî sucê xwe veşêre Yalçin Akdogan dibêje ger ku ‘DAIŞ êrîşî Kobanê kiriye sedema wê PYD ye, ne Tirkiye ye’ bi vêna dixwazê sucê xwe veşêre. Lê nikare veşêre. Ji ber ku hemû alem jî dizane yê DAIŞ ajotiye ser Kobanê Tirkiye bi xwe ye û li ser suc hatiye girtin.
Niha DAIŞ ne ku tenê ji bo Kurdan tehlike ye, xetere. DAIŞ ji bo hemû gelan, hemû olan û çandan tehlîkeya mezin e. DAIŞ li dijî însantiyê ye, li dijî dîrokê ye, li dijî çandê ye. DAIŞ li dijî jin e, jinan digire û difiroşe, kirin kole. Ev jî kolekirina insane, kole kirina jiyanê ye. Ji bo wê îro hemû jin li dijî DAIŞ di sekinin. Dixwazin li dijî DAIŞ şer bikin û pêşengiyê bikin. Ji ber ku jin dibîne DIAŞ dijminê jin e, jin jî dixwaze xwedî li xwe derkeve, xwe biparêze û dijî wê derkeve. Ji bo wê ez jinên Kurd pîroz dikim. Ji ber ku jinên Kurd li welatê xwe, li gelê xwe, kerameta xwe û li xwe xwedî derdikeve. Şerê ku dike şerê azadiyê ye, şerê gelane, olan û çanda ne. Jin li vê xwedî derdikeve, pêşengiya vê dike.
DAIŞ ZERERÊ DIDE OLA ÎSLAMÊ JÎ
Niha DAIŞ ne tenê Kurdan hedef digire, hemû gelan hedef digire. Hemû tiştên pîroz ên gelan ji holê radike. Ji ber ku gel bi dîroka xwe, çanda xwe pêş bikevin û xwe li ser piyan bigirin û encam bigirin. Wekî din nikarin. Ger ku tu dîrokê wî, çanda wî, pîrozî, nirx û koka wî ji dest derbixî ew gel dimire. Niha DAIŞ jî vê dike. Ne tenê êrîşî Xiristiyanan, Asûriyan, Sûryaniyan, Êzidiyan dike, êrîşî Mûsilmanan jî dike. Hemû cihên wan ên pîroz diteqîne, ji holê radike. Eleqeya gelan, olan ji dîrokê qut dike, ji çandê qut dike, mirinê çêdike. Ji bo wê DAIŞ faşîzmê bingeh digire. Siyaseta DAIŞ siyasetekî faşîzmê ye.
Di dîrokê de weke ku Moxolan talanî, dagirkerî dikirin û cihên diketinê tiştek ne dihiştin. Hemû cih dikirin çol. Niha ev jî wê esas digirin, eynî wê dikin û ti eleqeyê xwe bi Îslamyetê re nîne. Heya ku tiştên dikin zerarê didin Îslamiyetê. Ji ber ku hemû kes dibîne van tiştan bi navê Îslamyetê dikin. Hinek hêz ji DAIŞ sûd digirin û êrîşê çand û dîroka Rojhilata Navîn dikin. Ji bo wê DAIŞ dijminê jinane, ola ye, çanda ye, dîrokê ye û dijminê Îslamiyetê ye.
Yê ku dibêje ez însanim, jiyan dikim divê li dijî DAIŞ rawest e, heta Obama jî dibêje ‘DAIŞ şerê mezhebi pêş dixe, ez li dijî vî şerî me’. Niha Tirkiye şerê mezhebî pêş dixe. Eniya Sunî pêş dixe. Di vê eniyê de alîkariya DAIŞ dike û niha DAIŞ nûnertiya vê eniyê dike. Dixwaze bi vê eniyê bi DAIŞ giraniya xwe li ser Rojhilata Navîn çêbike. Weke di dîrokê de Osmaniyan Rojhilata Navîn xistibû destê xwe bi vî şêweyî niha dixwaze Osmaniyên nû pêş bixe. Hedefa wan ew e û vêna jî dixwaze bi DAIŞ bide kirin.
-Ev bêdengiya navneteweyî ya li hemberî DAIŞ'ê, mirov dikare bêjin ku nîşaneya hebûna gelek hêzên din a li pişt DAIŞ'ê? Destketiya wan di di êrîşên li hemberî gelê Kurd de çi ye?
DAIŞ berê jî hebû lê ev çend ne mezin bû, heya di nava salekê de ev çend mezin kirin. DAIŞ bi xwe mezin ne bû, hinek hêzên navneteweyî û Rojhilata Navîn ew mezin kirin. Ji ber ku dixwazin bi DAIŞ hedef û armancên xwe pêk bînin. Ger ku îro li dijî hovîtî û faşîzma DAIŞ deng dernaxin ji ber vê ye. Ji ber ku wan bi xwe DAIŞ pêş xistin. Ger li dijî derbikevin wê demê qirêjiyên wan derdikevin holê. Ji bo ev gemariya wan dernekeve holê û bikarin armancên xwe pêk bîn li dijî DAIŞ dernakevin. Raste tenê ne Tirkiyê alîkarî kir, hin dewletên navneteweyî, yên herêmî û hin rêxistinên mintiqê alîkarî kirin lê alîkariya esas û mezin jî Tirkiyê kir. Yê ku li dinê DAIŞ kir bela serê mirovatiyê Tirkiye ye. Tirkiye di vê de teng bû, ji bo bikare xwe ji vê xilas bike û sucê xwe bi veşêre hin axaftinan dike. Dixwaze bi vêna raya giştî bixapîne.
ÎRO KOBANÊ STALÎNGRADA KURDAN E
Dema mirov berê xwe didê ji Tirkiyê gelek nivîskar, demokrat û liberal ên Pirsûsê, heta dixwazin derbasî Kobanê bibin. Ji ber ji wê berxwedanê ruh werdigirin. Li wê derê dîrok û nirxê xwe dibînin. Li vir lawaziya dijîn dibînin. Ji ber ku Kobanê lawaziya wan radike, xwe di Kobanê de dibînin tên. Ev pêşketineke mezin e, divê mirov wiha bibîne. Gelek dixwazin vê rastiyê veşêrin û reş bikin. Gelek kes ku heya Kurd jî di nav de cih digirin dibêjin sedema DAIŞ êrîşî Kobanê dike ne Tirkiye, PYD û Kurd in. Ev bê exlaqiya mezin e, ev bê şerefî ye, bênamûsî ye. Yê ku vê bêje, dijminê Kurd û însantiye û ti elaqê wan bi Kurdîtî û însantiyê re nîne. Gelê Kurd jî û yên xwedî wijdan jî vê baş dibînin. Kobanê qedera faşîzma DAIŞ, Tirkiyeyê, hikûmeta AKP’ê û her kesê diyar dike. Di dîrokê de lehengiya li dijî desthilatdarî, zilmê û dagirkeriyê rola Stalîggrad lîst, îro Kobanê jî Stalîngrad e. Stalîngrad çawa encam girt wê Kobanê jî wisa encam bigire. Siyaseta Tirk û faşîzma DAIŞ wê têk biçe.
-Li gel ku Amerîka biryar daye jî baregehên DAIŞ ên Iraq û li Sûriyeyê topbaran bike, sedema cihên dûr û DAIŞ têde neyîn topbaran dike çiye û berjewendiya wan a di vir de çiye?
Ger ku bixwazin dikarin baregehê wan ên mezin jî topbaran bikin û derbeyên giran jî li DAIŞ bidin. Ji ber hemû hêza DAIŞ, topên wan, çekên wan ji derve ne û aşkera ne. Tenê propagandayê dikin. Dibêjin em li dijî DAIŞ in, bi vê yeke dixwazin di gelan de hêviyan çêbikin, bi taybet dixwazin di Kurdan de hêvî çêbikin. Dixwazin bi gelê Kurd bidin fêmkirin tenê em dikarin we biparêzin, PKK nikare xwedî li we derbikeve. Bi vêna jî dibêjin ger hun xwe mûhtacê me bikin wê demê em ê xwedî li we derbikevin. Bi DAIŞ dixwazin îradeya gel bişkînin, gel teslîm bigirin û armancên xwe pêk bînin. Ez dixwazim li vir bal bikişînim ser xaleke girîng. Gelek kesên me propagandaya DAIŞ dikin. Di ragihandina de dibêjin em niha bi telefonan me têkilî bi Kobanê re danî, rewşa wir xirabe, DAIŞ nêz bûye ha wê bikevin têde. Divê vêna nekin. Ev propagandaya DAIŞ e. Ji ber ku DAIŞ ji vêna sûd digire. Ev hêza wan zêde dike. Ji xwe DAIŞ jî dixwaze tirs çêke.
-Berxwedan û têkoşîna hêzên YPG’ê û HPG’e li Şengal meşandin û pêşî li qirkirinekî mezin girtin, gelo vêna têra nekir ku hikûmeta Herêma Başûr ji bo Kobanê piştgirî bike?
Divê li hemû cihî gelê me bawerî bi hêza xwe hebe. Berxwedana xwe ya pîroz a azadiyê pêş bixe. Tişta dixwaze bi dest bi xwe bi berxwedana xwe bidest bixe. Hemû zehmetiyan bi berxwedan û têkoşîna xwe berxwedanê bike. Ji ber îro dîrokê erkeka pîroz daye pêşiya Kurdan ku hem ji bo xwe û hem ji bo gelên herêmê divê berxwedanê bike ye. Ger ku PKK û kantonên Rojava dibin hedef ji ber ku ji bo hemû kesê hêvî ne. Ji ber ku hemû gelên herêmê, ol, çand û bawerî xwe di tevgera Apoyî de dibînin. Ji bo wê dibêjin tenê ev tevger dikare me rizgar bike û dibêjin divê em xwe bi vê re bikin ye. Ji ber ku dîtin hêzên YPG/YPJ û YBŞ xwedî li gelê Şengalê derket. Ne hişt rûmeta mirovatiyê, herêmê û heta PDK bikeve bin lingan. Şerefa wan parast.
-Ji bo bêdengiya herêma Başûr bê şikandin û helwesta xwe diyar bikin, tişta pêwîst divê gelê herêmê bike çiye?
Divê partiyên Kurd ên başûrê Kurdistan, herin herêma Başûrê Kurdistan li dijî DAIŞ helwesta xwe pêş bixin. Ger dixwazin erka xwe ya neteweyî dixwazin bikin, dixwazin alîkariya Kobanê bikin wê wiha bikin. Ji ber DAIŞ li vir jî heye. Divê li vir li her qadê dijî DAIŞ şer û berxwedan bikin. Ger we bikin quweta DAIŞ dişkê. Ev e alîkariya bi Kobanê re. Ger hun bikin li Başûr bikin. DAIŞ li Başûre. Welatparêzî, siyaset û exlaq vê dixwaze. Ên din axaftin û propaxande ye. Ti qîmeta wê nîne. Dikarin çek jî bidin hêzên li dijî DAIŞ şer dikin. Lê ne çek didin û ne jî li Başûr dijî DAIŞ şer dikin.
-Hun vê hewlwesta navneteweyî bes dibînin? Ev êrîşên DAIŞ bi piştgiriya Tirkiyê xetimandina çareserkirina pirsgirêka Kurd nîne?
Divê vêna bi cih bînin. Dema vêna bi cih bînin wê zehmetî jî bibînin. Wê bedelan bidin. Ji ber ku ne tenê ji bo we ji bo gelên Rohilata Navîn berxwedanê dikin. Dema vêna dikin wê hinek bixwazin derbe li vêna bidin. Divê gelê me xwe esas bigirin û xûlqkar bin. Bi vî awayî encamên mezin bi dest bigirin. Dema mirov di armanca xwe de xwe kilît kir û ji bo wê xebitî wê bi ser bikeve. Tiştek ji mirov meztir nîne ji ber ku.
DIVÊ EM HER CIHÎ BIKIN KOBANÊ
Ev di têkoşîna PKK de çend caran hatiye îspat kirin. Ev li Kobanê jî tê îspat kirin. Gelê wir dibêje pêwistiya me bi ti kesê nîne. Em ê Kobanê ji bo DAIŞ bikin goristan. Her cih ji bo gelê me Kobanê ye. Tene meş û daxuyanî têra neke. Ev paşda maye. Divê berxwedanê pêş bixin. Tirkiye ku DAIŞ tajo ser Kurdan û li aliye din dibêje ez li Bakur çareserî pêş bixim, ev derewe. Konsolosên Tirk ên hatin berdan, kesên ku şer bi rêve dibirin bûn û li gel DAIŞ bûn. Ne diplomatin. Di aliyekî de wesfa xwe pêk anîn û DAIŞ jî ew teslîmê Tirkiyê kirin.
Gelê me qehremaniyê dike, ev ruh dide hemû gelê herêmê û ji bo vê ev berxwedan pîroz e û mirov çi berdêl bide jî pîroz e.