Bayik: Divê Barzanî ji bo kongreya neteweyî pêngav biavêje

Bayik: Divê Barzanî ji bo kongreya neteweyî pêngav biavêje

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku Ocalan bi banga xwe ya di Newrozê de ne tenê xîtabê Kurdan kiriye, xîtabê hemû cîhanê kiriye û xwest derbarê pêvajoyê de gel û raya giştî bi awayeke rast bê agahdarkirin. Bayik diyar kir ku pêşketinên li Bakûrê Kurdistanê dê bandorê li hemû parçeyên Kurdistanê bike û bal kişand ser rola Hukûmeta Herêma Kurdistanê û diyar kir ku divê Barzanî ji bo kongreya neteweyî pêngavan biavêje.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik hevpeyvînek da kovara Sivîl a li Başûrê Kurdistanê. Bayik di hevpeyvîna xwe ya ku di malpera Rûdawê de hate weşandin derbarê pêvajoya çareseriyê, mijara vekişîna gerîlayan û rola Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyên girîng da. Bayik her wiha xwest ku DYA rola navbeynkariyê bigire.

OCALAN XÎTABÊ CÎHANÊ KIR

Bayik bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  di Newroza li Amedê de hate xwendin û got: “Em veşartî siyasetê nakin. Peyama rêberê me ya di Newrozê de ew prensîba siyasî wekî bingeh wergirt, li Amedê tenê xîtabî milyonek mirov nekir, xîtabî cîhanê kir. Ji bo vê yekê her kesek, alîgir an jî dijber hewla têgihiştinê didin. Ev pêngav Serok Apo dest pê kir, di heman demê de pêşkêşî referandumê kir û got, hûn dikarin li Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê pirsa demokrasî û azadiyê çareser bikin an na? Ev yek referandumekî mezin bû û bersiva ‘Erê’ bi dest xist. Di hemû bawerî û çandekê de ev xala serekî ye. Pêwîste peyama Rêber Apo wekî manîfestûya despêka serdemekî nû bê dîtin. Di vê manîfestoyê de hemû daxwazên kêrhatî û guncaw ên rêberê gelekê yên ji bo çareseriyê hene. Ji bo dewleta Tirkiyê dergehê pêvajoyê veke, divê pêngavan bavêje û despêkê astengiyên li pêşiya demokrasiyê rake. Dema gelê kurd bi xwe karê xwe bi rêve bibe, bi nasname û zimanê xwe rêxistinên xwe bike.”

DIVÊ RAYA GIŞTÎ BI AWAYEKE RAST  Û DIRUST BÊ AGAHDARKIRIN

Bayik derbarê vekişîna hêzên gerîlayan de jî diyar kir ku qonax tenê wekî paşvekişandinê behsa wê tê kirin û got: “Ev jî şaşitî ye û ger em ligel agirbestê berhev bikin. Bingehekî siyasî jî bê amadekirin, wê demê wateyekî din e. Ji bo vê yekê divê parlamentoya Tirkiyeyê biryarê bide. Di vê pêngava ku Rêberê me dayî destpêkirin, ne pirsa vekişîna gerîlayan a ji bakûr bo başurê Kurdistanê ye. Bi awayekî rast û dirûst ev yek nayê ragihandin. Bi awayekê tê belavkirin ku wekî bêjin agirbest hat ragihandin paşvekişandin çêdibe û wê mesele bê çareserkirin. Lê di rastiya xwe de vekişîna gerîlayan bi temamî parçeyek ji avakirina bingehê çareseriya pirsa kurd û siyaseta demokrasiyê. Heta şert û mercên dirûstbûna wî bingehî neyên dirûstkirin, gerîla venakişin. Pêwîste hemû kesên ku vê meseleyê guftûgo dikin, bi ciddî û berpirsyarî tevbigerin. Divê raya giştî jî  bi awayekî rast û dirûst agehdar bikin. Ne berevajî.”

Cemîl Bayik diyar kir ku ji bo vekişîna hêzan berî her tiştî pêwîste bingehekî yasayî bê amadekirin, heta tedbîrên pêwîst ji bo vê yekê neyên wergirtin, gerîla venakişin û got: “Ji ber kurdan ezmûnên bi êş di demên borî de heye û tenê bi tedbîrên aborî nayê cîbicîkirin. Gerîla ji bo bi destxistina armanc û derfetên jiyanê çek hilgirtine û çûne ser çiyan. Dixwazin li ser nasnameya kurdî mikurhatin çêbibe û bi awayekî adîlane mamele ligel kurdan bê kirin.  Ger ev tişt nebin û mikurhatin çênebe, razîkirina gerîlayan pir zehmet e û ne ewqas hêsan e. Heta niha ji bo vekişîna gerîlayan tiştekî wisa hêsan nîne, tişta heyî agirbest heye û ferman ji bo hêzên gerîlayan çûye ku di wê çarçoveyê de mamele bikin. Niha jî di çarçoveya agirbestê de hêzên gerîlla senger û cihê xwe diparêzin. Gerîla di parastina rewa de ne, li benda pêşveçûna qonax û guhertinan in. Lê heta niha ti kesê fermana vekişînê nedaye hêzên gerîlayan.”

DIVÊ KOMÎSYON NAVBEYNKARIYÊ BIKE

 Cemîl Bayîk diyar kir ku divê ev komîsyon bê alî be, ne bi dengê partî û grûbekê de bê girêdan û got: “Pêwîste di nava me û hikûmeta Tirkiyeyê de rolê navbeynkariyê bikin. Ger ji aliyê me ve pêngavên şaş hatin avêtin, daxwaz ji me bikin ku em wan pêngavên xwe rast bikin. Ger ji aliyê dewletê ve pêngavên şaş bên avêtin, daxwaz ji wan jî bikin ku pêngavên xwe rast bikin. Li ser pêkhateya wê jî, divê rêjeya piranî ji jinan pêk hatibûya. Lê em bi komîsyonê bi yekcarî red nakin. Ne ewqas ku bi baweriya me ew komîsyon di asta tê xwestin de ye. Divê hinekî din cûda bûya, ji ber ew komîsyon ta astekî berçav yekalî ye. Di aliyê çarçoveyê de erk û di warê pratîkî de wisa diyare ku hinek tişt ne vekirî hebe.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bal kişand ser rola Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Başûrê Kurdistanê û got: “Pêşveçûnên li Bakûrê Kurdistanê dê badorekî mezin li ser Başur jî bike. Em ji birêz Mesûd Barzanî dixwazin zêdetir piştgiriyê bidin vê pêvajoya ku ji aliyê rêberê me ve hatî destpêkirin. Pêwîste ev tenê di daxuyaniyên çapemeniyê de nemînin, belkî pêwîste erkê dikeve ser milê wan cîbicî bike. Em li benda her kesekî ne, lê çaverêyên zêdetir ji  kek Mesûd Barzanî hene. Em li benda wê yekê ne ku birêz Barzanî ji bo damezirandina kongreya neteweyî pêngavên pêwîst bavêje. Ger pêngavên bi vî awayî bên avêtin, wê sûdê wê ji bo Bakûrê Kurdistanê jî hebe.”

OCALAN JI BARZANÎ XWEST KU PIŞTGIRÎ BIDE PÊVAJOYÊ

Bayik got: “Rêber Apo silav û rêz ji bo birêz Barzanî şandibû. Daxwaz jê kiribû piştgiriya pêvajoyê bike û ji bo gihiştina encamekê rolê xwe bileyîze. Wekî tê dîtin birêz Barzanî jî piştgiriya peyama Rêber Apo kiriye. Aşkere ye ji bo çareserkirina pirsgirêka gelê me li Bakûr derfetekî giring li pêşiya gelê kurd e. Ev wê bandora xwe li ser tevayî parçeyên Kurdistanê jî bike.”

BEŞEK ZÊDE YA BAŞÛR PIŞTGIRÎ DIDE PÊVAJOYÊ

Bayik diyar kir ku hevdîtinên wan li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çêbûne û got: “Ji destpêkê ve birêz Nêçîrvan Barzanî ji bo serxistina pêvajoyê amadebûna xwe nîşan da. Em karê aliyên din jî baş dinirxênin û cihê keyfxweşiyê ye. Herwiha beşekî zêde li Başurê Kurdistanê, ligel partî, gel, aliyên siyasî û rêxistinên sivîl piştgiriya peyama Rêber Apo kirine û rol leyîstine. Bi taybetî hewldanên birêz Talabanî aşkere û berçav in. Ew beşdarbûn û hewldanan ji bo giringiya hêza gelê kurd li Rojhilata Navîn diyar in.”

BILA DYA NAVBEYKARIYÊ BIKE

Bayik di dawiya hevpeyvîna xwe de got: “Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û hemû hêz behsa piştgiriya ji bo çareseriyê dikin. Lê di warê pratîkê de kar û kiryarên berevajî tên dîtin. Lewra divê Amerîka ku dixwaze aştî û çareserî hebe, ne tenê bi daxuyaniyên çapemeniyê, belkî pêwîste di pratîkê de rolê navbeynkariyê bileyîze.”