Baydemîr çû serdana gorên Mele Mûstafa Berzanî û qurbanên Enfalê

Baydemîr çû serdana gorên Mele Mûstafa Berzanî û qurbanên Enfalê

Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, li dû serdana hevsera Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî û Wargeha Ş. Rustem Cûdî, îro çû serdana gorên Mele Mûstafa Berzanî û Kurdên di komkujiya Enfalê de jiyana xwe ji dest dan.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Başûrê Kurdistanê de çû gundê Barzan û gora Mele Mûstafa Berzanî ziyaret kir. Baydemîr kulîlk danî ser gora Berzanî û li dû xwendina Fatîhayê, herkesên di têkoşîna azadiya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dan, bibîr anî. Şaredar Baydemîr, ji aliyê Serokê Rêveberiya Başûrê Kurdistanê Mesûd Berzanî, pismamê wî Xelat Berzanî û xizmên din ên malbatê ve hat pêşwazîkirin û li ser gora Mele Mûstafa Berzanî ya li kêla gora bavê Serokwezîrê Rêveberiya Başûrê Kurdistanê Nêçirvan Berzanî ye, da xuyakirin ku gelê Kurd li rojhilata Navîn ber bi azadî û aştiyeke bi rûmet dimeşe.

Baydemîr dûre li galeriya wêneyên malbata Berzanî geriya û li deftera bîranînê, hest û ramanên xwe nivîsand. Baydemîr diyar kir, ku ew Şêx Seîd, Seyid Riza, Qazî Mûhammed, Mazlûm Dogan, Sakîne Cansiz û hemû têkoşerên li Bakur, Başûr, Rojava, Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane, bi rêzdarî bibîr tîne. Baydemîr destnîşan kir ku bi saya hemû şehîdan tifaqa Kurdan xurtir dibe.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr dûre çû serdana goristana 8 hezar sivîl û zarokên di dema rejîma Seddam Huseyîn de hatin kuştin. Baydemîr kulîlk danî ser gorên li vir û bal kişand ser trajediyên gelê mazlûm ê Kurd di dema lêgerîna mafên xwe de lê rast hatiye. 

Baydemîr di axaftina xwe ya li vê derê de destnîşan kir ku rejîma zilmdar a Beesê di dawiya dawî de bûye qurbanê zilma xwe. Baydemîr ku ji Xelat Berzanî der heqê komkujiya Enfalê de agahî stend da xuyakirin, ku gelên mazlûm bi têkoşîn, tifaq û piştgiriyê wê ji sedî sed bigihêjin azadiyê.