Baydemîr bi heyeta Frensî re rûnişt

Baydemîr bi heyeta Frensî re rûnişt

Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, heyeteke endam û rêveberên Komeleya Dostanî ya Kurd û Frensî re hevdîtinek pêk anî.

Lijneyeke 8 kesî a endam û rêveberên Komeleya Dostanî ya Kurd û Frensî ku ji sala 1991’ê ve ye salê carekê tê herêmê û çavdêriyên xwe ji raya giştî ya Fransayê re radigihîne, piştî ji Colemêrgê hate Amedê bi gelek saziyan re hevdîtin pêk anîn. Heyeta Komeleya Dostanî ya Kurd û Fransî ya Herêma Brêtanyayê hate serdana Şaredar Osman Baydemîr û di derbarê gera xwe de agahî dan û pirsa kawdanan kir.

Şaredar Baydemîr behsa pêşveçûnên herêmê kir û got ku, bi derfetên teng hewl didin hin tiştan bikin. Baydemîr da zanîn ku, karê wan ê li Qada Jiyana Hevpar a li Sumerparkê dibe ji bo şaredariyeke civakî weke mînak bêne nîşandayîn. Lijneyê Baydemîr vexwende welatê Fransayê, li ser vê Baydemîr behsa heneka 1ê Nîsanê û pê re rakirina qedexeya li ser xwe a bo çûyîna derveyî welat kir.