Baydemîr bi Berzanî re hevdîtin pêk anî
Baydemîr bi Berzanî re hevdîtin pêk anî
Baydemîr bi Berzanî re hevdîtin pêk anî
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr di çarçoveya gera xwe ya Başûrê Kurdistanê de çû serdana Serokê Rêveberiya Başûrê Kurdistanê Mesûd Berzanî. Di hevdîtinê de, mijarên yekitiya Kurdan, konferansa netewî, rewşa kampanya Ş. Rustem Cûdî û aştiya li Rojhilata Navîn hatin nirxandin.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, li gel nûnerên BDP'ê yên Hewlêrê Cemal Coşkûn û Mehmed Elî Aydin çûn bajarê Selahaddîn û bi Serokê Rêveberiya Başûrê Kurdistanê Mesûd Berzanî re hevdîtin kirin. Baydemîr da xuyakirin ku li ser soza xwe ya dabû dayikek li Kampa Penaberan a Ş. Rustem Cûdî, piştî qedexeya 3 salan a derketina derveyî welêt, hatiye Başûrê Kurdistanê. Baydemîr diyar kir ku hukûmeta navendî ya Iraqê berpirsyariyên xwe yên li beramberî kampê bicih nîne û destnîşan kir, ku ji mamosteyên li kampê wezîfedar in re, hukûmeta Iraqê maeş nade.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr di hevdîtinê de anî ziman, ku kampanya îmzeyan a ji bo azadiy Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelemperiya Başûrê Kurdistanê tê meşandin, di nava Kurdên li Bakur de rê li ber kêfxweşiyeke mezin vekiriye. Baydemîr di mijara yekitiya Kurdan de bal kişand ser girîngiya konferansa netewî û got, "Hevkarî û Yekitiya navbera Kurdan, bingeha azadî û aştiyeke bi rûmet e." Baydemîr di vê çarçoveyê de bal kişand ser hevkariya çandî, pêşbirkên sporê yên navbera ciwanan û hevdîtinên li festîvalan ên navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de.
Baydemîr di hevdîtina bi qasî 40 deqeyan de, li ser navê xwe û Hevserokên BDP'ê, ji ber wefata xuşka Berzanî, ji Mesûd Berzanî re sersaxî xwest.