Bavê ku bi hevsera xwe re nîqaş kir zarokên xwe kuşt
Bavê ku bi hevsera xwe re nîqaş kir zarokên xwe kuşt
Bavê ku bi hevsera xwe re nîqaş kir zarokên xwe kuşt
Li Riha Zafer Karatekîn (42) ê bi hevsera xwe nîqaş kir, zarokên xwe yên 12 û 18 salî bi tifingê kuşt.
Li gor agahiyên hatin wergirtin, bûyer danê êvarî li Taxa Baglarbaşi ya Riha pêk hat. Zafer Karakan ê 42 salî, bi hevsera Gulistan Karakan ya ku wê hevdu berdin û jê cuda ye nîqaş kir. Bav Karakan, piştî nîqaşê zarokên xwe Kadîr ê 12 salî û Baranê 18 salî girt gel xwe û demekê li parkê gerand. Piştî demekê ji bo zarokên bibe malê hat kolana ku hevsera wî lê dijî.
Karakan ê li wir tifinga xwe kiribû motorsîkletê xwe derxist, zarokên xwe gulebaran kir û paşê li motorsîkletê xwe siwar bû û reviya.
Wezîfedarên tenduristiyê yên li ser agahiyê hatin cihê bûyerê her du birayên di nav xwînê de bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligol. Her du birayan jiyana xwe ji dest dan.
Ji bo Zafer Karakan bê girtin lêgerîn hat destpêkirin.