Barzanî xwest mijara destûra bingehîn êdî biçe serî
Barzanî xwest mijara destûra bingehîn êdî biçe serî
Barzanî xwest mijara destûra bingehîn êdî biçe serî
Serokê herêma Kurdistan Mesûd Barzanî hin aliyên siyasî tewanbar kirin ku mijara destûra bingehîn ji bo lîstokên siyasî bikar tînin, Yekîtî Niştimanî Kurdsitanî biryar da kû di civîna buroya siyasî ya roja pêncşemê de bersiva daxuyaniya Barzanî bide.
Barzanî li ser rûpela xwe ya Facbook, ê daxuyaniyek weşan û diyar kir ku: "Ev demeke dirêj e hin partî û aliyên siyasî di mijarên destûra bingehîn de ji çapemeniyên re didin diyar kirin ku ew dixwazin ji bo çareserkirina pirsgirêka destûra bingehîn lihevhatineke netwewî pêk bînin, lê wan heta roja îro tiştek nekirine."
Barzanî diyar kir ku mijareke girîng mina mijara destûra bingehîn pê tê lîstin, hin aliyên ku naxwazin lihev bên bila eşkere bêjin "em destûra bingehîn naxwazin".
Barzanî wiha dewam kir: "Eger ew aliyên siyasî dixwazin ku destûra bingehîn a welatê me hebe, çima vê mijarê bi dawî nakin û nêrînê xwe yên eşkere nabêjin, eger tiştekî wan tune bila rê bidin gel ku vê mijarê bi dawî bike."
Di heman mijarê de berdevkê fermî yê buroya siyasî ya Yekîtî Neştîmanê Kurdistanê (YNK) Azad Cindiyanî diyar kir ku buroya siyasî ya YNK’ê dê di civîna roja pêncşemê de bersiva Barzanî bidin.
Cindiyanî ji PUKMEDIA yê re diyar kir ku wan di civîna meclîsa serokatiya YNK’ê de biryar dane ku mijara makzagonê bi lihevhatineke netewî çareser bibe û ew ê roja pêncşemê jî bi daxuyaniyekê bersiva serokê Hikûmetê bidin.