Barzanî ligel heyeta PYD hevdîtin pêk anî
Barzanî ligel heyeta PYD hevdîtin pêk anî
Barzanî ligel heyeta PYD hevdîtin pêk anî
Heyetek ji Rojavayê Kurdistanê ku ji Endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl, Hevseroka Meclîsa Rojavayê Kurdistanê Sînem Muhemed û Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Ebdullah pêk dihat, bi Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesud Barzanî re hevdîtin pêk anî.
Li gorî nûçeya malpera fermî ya Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê hevdîtin duh li navçeya Selaheddîn a girêdayî Hewlêrê pêk hat. Li gorî nûçeyê di hevdîtinê de li ser bûyer û geşedanên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê hatiye rawestîn. Di nûçeyê de tê gotin ku heyeta Rojava di hevdîtinê de der barê pêwendiyên di navbera partiyên Kurdan ên li Sûriyeyê û pirsgirêkên wan de agahî dane Barzanî.
Li gorî heman nûçeyan tê gotin ku, Barzanî pêvajoya niha ya Sûriyeyê ji bo misogerkirina destketiyên Kurdan wekî derfetekê nirxandiye û diyar kiriye ku ligel cudahiya bîr û baweriyê ya di navbera partiyên siyasî de jî, pêwîst e hemû alî li ser xalên hevbeş û stratejiyekê tevbigerin. Her wiha Barzanî got ku, ji bo destketiyên Rojava ji dest neçin, pêwîst e hemû alî hebûna hevdu qebûl bikin û eger baweriya wan bi prensîbên sereke hebin, dikarin li ser naveroka wan jî bigihêjin peymanekê.