Barzanî dirêjkirina dema Parlementoyê erê kir
Barzanî dirêjkirina dema Parlementoyê erê kir
Barzanî dirêjkirina dema Parlementoyê erê kir
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşnûmeya dirêjkirina dema Parlementoya Başûrê Kurdistanê erê kir. Lê di derbarê dirêjkirina dema Serokatiya Herêmê tu daxuyanî nehatin dayîn.
Îro şêwirmendê Ragihandinê yê Serokatiya Parlementoya Herêma Başûrê Kurdistanê Tariq Cewher daxuyaniyek ya çapemeniyê li darxist û aşkere kir ku, Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî 6 pêşnûmeyên ku dirêjkirina dema Parlementoya Herêma Başûr jî di nav de bû erê kirine.
Cewherî da diyarkirin ku, di nava van pêşnûmeyan de dirêjkirina dema parlementoyê heye û li gorî vê Parlementoya Herêma Başûrê Kurdistanê dê ji roja 20’ê tebaxa 2013 heta 1’ê mijdara 2013’ê li ser karê xwe bimîne.
Hêjayê gotinê ye ku diviyabû hilbijaritnên parlementoyê roja 20’ê tebaxê pêk bihata. Li gel erêkirina vê pêşnûmeyê hilbijartina parlementoyê dê 1’ê mijdara 2013’ê pêk bê.
Li gorî agahiyên ku Cewher dane pêşnûmeya din a ji aliyê Barzanî ve hate erê kirin, mafê bidestxistina agahiyan bû. Her wiha Barzanî pêşnûmeyên weke xizmet û karên li zanîngehan, kirêkirina xaniyan û avatajên edaletê jî erê kir.
Hêjayê gotinê ye ku di derbarê pêşnûmeya dirêjkirina dema serokatiya herêmê de ne tu daxuyanî ne jî tu agahî nehate dayin. Ev pêşnûmeya ku tê payin dema serokatiya herêmê were dirêjkirin, ji aliyê parlementoyê ve hatibû erêkirin û çûye ber destê Barzanî.