Barzanî derbasî Tirkiyeyê bû

Barzanî derbasî Tirkiyeyê bû

Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî li ser vexwendina Serokwezîrê Tirk Tayyip Erdogan di Sînorê Xabûrê re derbasî Tirkiyeyê bû. 

Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî, li ser vexwendina Serokwezîrê Tirk Recep Tayip Erdogan a Amedê, serê sibê di Sînorê Xaburê yê Sîlopiya Şirnexê re derbasî Tirkiyeyê bû. Barzanî li sînorê Xaburê ji ailyê Parlamenterê AKP'ê yê Şirnexê Mehmet Emin Dindar, Waliye Şirnexê Mustafa Akgun, Midûrê Polîsan ê Şirnewxê Avni Usta ve hat pêşwazîkirin. Li bendê ye ku Barzani û Şivan Perwer di saetên pêş de bên Amedê.