Barzanî: Dem dema biratiyê ye

Barzanî: Dem dema biratiyê ye

Serokê Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî ku li gel Serokwezîrê Tirk Erdogan tevlî mitînga li Kantarê bû got: “Dema avakirina dîrokekî nû hatiye. Dem dema hevdu pejirandin û bibiratî jiyan kirinê ye.

Serokwezîrê Tirk Erdogan, Mesûd Barzanî, Şivan Perwer û wezîrên li gel Erdogan hatin Amedê, tevlî mitînga li Kantara navçeya Kayapinarê bûn.

Barzanî di mitîngê de Kurdî axivî û got: “Ez ji dil sipasiya Birêz Serokwezîr dikim ku ev firsende da min. Ev roj ji bo min dîrokî û gelek binirxe, firsend pêkhat û ez hatim, min serdana we kir. Min silavên gelê Kurdistanê ji gelê Amedê re anî. Dem hatiye dîrokekî nû ava bikîn. Dem dema hevdu pejirandin û bibiratî jiyan kirinê ye.”

Barzanî îdiakir ku, piştî hatina Serokwezîrê Tirk Erdogan bû Hewlêrê ev pêvajo destpê kiriye û wiha axivî: “Êdî dem hatiye gelên li Rojhilata Navîn bi hev re jiyan bikin. Li gel hev jiyan kirinê û li gel hev mayînê em dikarin rojên keyfxweş bînîn. Şer hatin ceribandin lê kesekê ji şer xêr nedît. Têkoşînekî 10-15 sal ji bo aştiyê tê dayîn ji demjimêrek ya şer binirxtire.”

Piştî Barzanî Şivan Perwer hat kursiyê û anî ziman ku, ji bo wî rojekî dîrokiye û wiha got: “Dema ku beriya 38 salan ez ji vir veqetiyam ez ciwanek bûm, niha weke mirovekî kal vegeriyam. Serokwezîrê Hêja yê Tirkiyeya me, mayayekî mezin xist nava şîrê paqij, îro em biratî û dostaniyê diparêzîn. Her bijîn, destê wan saxbin. Ez sipasiya kesên ked dane, yên dilê wan ji bo vê lêdidin dikim. Ez hêvî dikim ku dê hemû Tirkiye vê bihizire, êdî kême netew nayên qedexekirin. Em hertim hatin qedexekirin. Ji ber qedexeyê em ji vî welatî derketin. Hinek ketin girtîgehan, îşkence dîtin. Hinek jî weke me reviyan, hêdî hêdî… serokê binirx yê herêma Kurdistanê jî Barzanî di vê mijarê de erênî nêz bû, ev mirovên binirx li Amedê dîtin dê herkesê keyfxweş bike. Vî welatî çi dîrok dîtin. Hûn dizanin çi jiyan kirin. Niha dewanek nû heye. Ev demê aştiyê, demê demokrasiyê ye. Pêwîstiya vî gelî bi demokrasiyê heye. Her mirovekê tê vê cîhanê mafê wî yê azad jiyan kirinê heye. Birêz Serokwezîr beriya sê salan li Almanyayê gotibû ku, asîmîlasyon sûcek yê mirovahiyê ye, gunehe. Li vî welatî asîmîlasyon nabe, mirov dê bidostane jiyan bikin. Hûn fermanê bidin em tên. Bila tenê destê dostanî, biratî û aştiyê hertim bê girtin.”