Baroya Wanê Qetlîama Zîlan şermezar kir

Baroya Wanê Qetlîama Zîlan şermezar kir

Baroya  Wanê bi boneya salvegera Qetlîama Zîlan a di sal 1930’î de rû da daxuyaniyek weşand û di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ji bo kesên fermana qetlîamê dane werin dîtin tu gav nehatine avêtin û wiha hat gotin: "Têkildarî qetlîamê lêborîneke ku dilan rehet bike jî nehatiye xwestin.”

Di sala 1930’î de piştî serhildana Agirî li hemberî Kurdên ku xwe spartibûn Geliyê Zîlan qetlîamek pêk hat û di wê qetlîama ku weke Qetlîama Zîlan di dîrokê de cih girt 44 gund hatin şewitandin û zêdetirî 15 hezar mirov  hatibûn qetilkirin.

Di salvegera Qetlîama Zîlan de li Baroya Wanê civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Di daxuyaniya ku endamên Komîsyona Mafê Mirovan a Baroya Wanê beşdar bûn de Parêzer Dogan Îlhan axivî. Dogan wiha behsa dîrokçeya qetlîamê kir: "Li navçeya Erdîş a Wanê li Geliyê Zîlan di sala 1030’î de ku di dîrokê de weke Qetlîama Zîlan derbas dibe di vê erdnîgariya me de yek ji qetlîamên herî bi xwîn e. Di Qetlîama Zîlanê de mirovatî û rûmeta mirovatiyê ku hat tunekirin; ketin û derketina Geliyê Zîlan hatiye girtin, ji aliyê bi dehhazaran leşkeran ve hatiye dorpêçkirin û paşê qirkirinê destpê kiriye. Di qirkirinê de erd û asîman bi hawar û qîrînên mirovan tijî bibû. Ji pitika ku hîn nû hatibû dunyayê heta pîr û kalên 90 salî ji her temen û cins bi tifingan, bi xençeran mirov hatin qetilkirin. Rojnameya Cumhuriyet a wê demê ku nîv fermî  rojnameya dewletê bû di hejmara xwe ya 16’ê Tîrmeha 1930’an de ji bo Qetlîama Zîlan gotibû: 'Eşkiyayên hatine tunekirin ji 15 hezaran zêdetir e.' Ev agahî dide nîşandan bê mezinbûna qetlîamê çi qasî mezin e.”  

‘BILA WEK QETLÎAMÊ BÊ QEBÛLKIRIN Û LÊBORÎN BÊ XWESTIN’

Îlhan di axaftina xwe de da xuyakirin ku heta niha ji bo dîtîna kesên fermana qetlîamê dane tu tişt nehatiye kirin û axaftina xwe wiha bewrdewam kir: “Ji bo qetlîamê lêborîneke ku wijdan rehet bike jî nehatiye xwestin.”

Îlhan di dawiya axaftina xwe de  got ku wek huqûqnas û rêxistinên pişeyê daxwaz dikin dewlet tiştên rû dane wek qetlîamê qebûl bike, bi awayekî jidil lêborînê bixwaze û kiryaran dadgeh bike.