Baroya Colemêrgê gilî kir
Baroya Colemêrgê gilî kir
Baroya Colemêrgê gilî kir
Baroya Colemêrgê, der heqê bûyera li Geverê de ku polîsekî ji megafona panzerê heqaret li gel kir û gef xwar, gilî kir.
Baroya Colemêrgê, der heqê heqaret û gefa ji megafona panzera polîsan di 8'ê Mijdarê de li gel hat kirin de, li Serdozgeriya Komarê ya Geverê gilî kir.
Baroyê der barê giliyê ku danê sibê de hat kirin daxuyaniyek nivîskî weşand û destnîşan kir, ku wezîfedarên dewletê jî mîna gel, neçar in li gorî pîvanên hiqûqê tevbigerin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bi awayekî vekirî û bêperwa, di 8'ê Mijdarê de li pêşberî tevahiya medyayê, li anvenda sûkê sûcê nefret, heqaret û gefxwarinê hatiye kirin. Welatiyên me yên rastî vê pêkanîna li dijî hiqûqê bûne, eger bixwazin giliyê karmendên wezîfedar bikin, baroya me wê bi her awayî desteka hiqûqî bide."
Lêkolîna Şaxê ÎHD'ê yê Colemergê li ser bûyerê jî temam bû. Serokê Şaxê Îsmaîl Akbûlûk der barê lêkolînê de agahî da û got, "Ji ber anonsa bi sixêf û pêkanînên kêfî yên tîmên taybet, em ê weke ÎHD gilî bikin. Beriya niha bi hefteyekê me bi Waliyê Colemêrgê re hevdîtin kiribûn û gumanên xwe pê re parve kiribûn. Bûyerên di rojên dawî de qewimîn nîşan didin, ku gumanên me belasebep nînin."