Baroya Amedê: Şîddeta li hember jinê sûcê mirovatiyê

Baroya Amedê: Şîddeta li hember jinê sûcê mirovatiyê

Li gor daneyên Navenda Şêwirmendî û Pêkanînê ya Mafê Jinan a Baroya Amedê di sala 2013'an de 28 hezar jin rastî şîddetê hatine, 95 jin hatine qetilkirin û li gor daneyên ne fermî di 9 mehên destpêkê yên îsal de 842 jin hatine qetilkirin.

Navenda Şêwirmendî û Pêkanînê ya Mafê Jinan a Baroya Amedê bi mebesta "Roja Têkoşîna Navneteweyî û Piştevaniyê ya li hember şîddeta li Dijî Jinê" li Buroya Alîkariya Edlî ya Baroya Amedê civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civîna ku gelek parêzerên jin amade bûn Koordînatora Navendê A. Halîme Şanli daxuyanî da. Şanli diyar kir ku wê tu carî Xwîşkên Mîrabel û têkoşîna wan ji bîr nekin.

Şanlî di dewama axaftina xwe de diyar kir ku her sal şîddeta li dijî jinê zêde dibe û got, "Li gor hejmarên fermî di sala 2013'an de 28 hezar jin rastî şîddetê hatine û 95 jinan jiyana xwe ji dest daye. Li gor hejmarên ne fermî li Tirkiyeyê qetilkirina jinan di 10 salan de ji sedî 400 zêde bûye. Di sala 2002'yan de 66 jin hatine qetilkirin, di neh mehên destpêkê yên 2013'an de 842 jin hatine qetilkirin." Şanli anî ziman ku şîddeta li hember jinê sûcê mirovatiyê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî, "Heta bi her awayî şîddeta li hember jinê bi dawî bibe em ê têkoşîna berdewam bikin."