Baroya Amedê: Bila daxwazên Platforma Taksîmê bicih werin
Baroya Amedê: Bila daxwazên Platforma Taksîmê bicih werin
Baroya Amedê: Bila daxwazên Platforma Taksîmê bicih werin
Baroya Amedê, der heqê bexwedana Parqa Gezî de daxuyaniyek weşand û xwest daxwaziyên "mafdar û rewa" yên Platforma Taksîmê bicih werin anîn.
Baroya Amedê li dijî dijwariya polêsan a li gelemperiya welêt di xwepêşandanan de derket holê, nerazîbûneke tund nîşan da û got, "Li hemberî daxwazên demokratîk û rewa yên welatiyan, ji destpêkê ve polêsan dijwariyeke li dijî huqûqê nîşan da." Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji ber dijwariya kêfî hin xwepêşandêran jiyana xwe ji dest dane û bang dikin ku tavilê dest ji vê dijwariya derveyî huqûqê were berdan.
Di daxuyaniyê de binçavkirinê ji ber parvekirinên li înternetê hat şermezarkirin û hat gotin, "Cihê vê pêkanînê li nava civaka demokratîk nîne û pêkanîneke rejîmên zordar û totalîter e."
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Hukûmet divê hurmetê nîşanî hemû nirxên civakê, bawerî û rêbaza wan a jiyanê bide. Doh li ser şandeyek li ser navê Platforma Taksîmê daxwazên xwe eşkere kir, em va daxwazan rewa û mafdar dibînin û divê tavilê bicih were anîn.
Divê dijwariya bê sînor a li dijî çalakiyên demokratîk ên civakê tê meşandin, bi lezgînî were rawestindin û hukûmet jî hurmetê nîşanî daxwazên civakê bide û daxwazên Platforma Taksîm yek bi yek pêk bîne."