Bandora derziya Dij-HPV wê dîsa bê lêkolînkirin
EMA diyar kir ku wê îdîayên li ser zerara derziya dij-HPV ên ji bo pêşîgirtina li kansera malzarokê tê bikaranîn, ji nûve li ber çavan derbas bike.
EMA diyar kir ku wê îdîayên li ser zerara derziya dij-HPV ên ji bo pêşîgirtina li kansera malzarokê tê bikaranîn, ji nûve li ber çavan derbas bike.
Ajansa Dermanan a Ewropayê (EMA) ), diyar kir ku wê îdîayên li ser zerara derziya dij-HPV ên ji bo pêşîgirtina li kansera malzarokê tê bikaranîn, ji nûve li ber çavan derbas bike.
Di daxuyaniya ku ji aliyê EMA ve hatiye dayîn de li ser daxwaza pisporên Danîmarkayê wê zirarên ku tê îdia kirin derziyên dij-HPV didin, bê lêkolînkirin. Di lêkolînan de bandora derziyê ya li ser Sendroma Êşa di Cihê Kompleks (RSD) û sendroma taşîkardî ostostatîk Postrual (POTS), bê lêkolînkirin. RSD piranî xwe bi êşên kronîk ên organan dide nîşandan, POTS jî xwe bi sergêjiyê, ji ser hişê xwe çûyînê, êşa serî û bêhalbûnê xwe dide nîşan dan.
Sendromên RSD û POTS bi jinên ku derziya dij-HPV dikirin re dihat dîtin û dihat îdia kirin ku ev bi xetereye. EMA di daxuyaniya xwe de da zanîn ku got di navbera derziya dij-HPV û sendromên RSD û POTS de têkîliya ‘sedem-encamê’ tine.
EMA da zanîn ku ev her du sendrom bi jinên ku derzî li xwe nexistine jî tê dîtin û got wê bandora vê derziyê lêkolîn bikin.
Hat gotin ku di encama lêkolînê de wê agahiyên nû bidin. Her wiha hat destnîşan kirin ku heta niha ji bo 72 mîlyon kesî ev derzî hatiye bikaranîn û li dijî fêdeyên wê xebatek nayê meşandin.