Balûken: Destên qirêj hem li hundir hem jî derve li ser kar in

Balûken: Destên qirêj hem li hundir hem jî derve li ser kar in

Cîgirê Serokê Koma BDP'ê Îdrîs Balûken biryara girtina NÛÇE TV, MMC û ROJ TV weke dewama Komkujiya Parîsê bi nav kir û got, "Destên qirêj hem li hundir hem jî li derve li ser kar in."

Cîgirê Serokê Koma BDP'ê Îdrîs Balûken, li ser girtina NÛÇE TV, MMC û ROJ TV, li parlamentê civîneke çapemeniyê lidar xist.

Balûken da xuyakirin ku ev yek biryareke skandalî ye ku weke şopeke qirêj li dîroka huqûq û demokrasiyê ketiye û got, "Li Ewropaya ku xwe weke dergûşa demokrasiyê dibîne, dîtina dozeke bi vî rengî şermek e. Em vê biryara dij huqûqî bi tundî şermezar dikin. Ev yek darbeyek vekirî li azadiya mafê nûçegirtinê ya gel e. Hersê qenalên televîzyonê nasnameya gelê Kurd a bi zimanê wê weşanê dikin e. Ev biryar, biryarek li dijî ziman û nasnameya gelê Kurd e."

Balûken bibîr xist ku biryara mijara gotinê ji aliyê Dadgeha Eyaletê ya Kopenhagê ve hatiye dayîn û got, "Pîvanên Kopenhagê hatine binpêkirin." Balûken bal kişand ser hin bazariyên qirêj ên li pişt vê biryarê û diyar kir ku dema biryara girtina qenalên televîyonê watedar e. Balûken destnîşan kir ku biryara li dijî ROJ TV dewama komkujiya Parîsê ye û got, "Di pêvajoya çareseriyê de, biryareke bi vî rengî ya ji aliyê Ewropayê ve hatiye dayîn, rasthatinek nîne. Di destpêka pêvajoya çareseriyê de li Parîsê cenazeyê 3 jinên Kurd rabûn. Niha jî tê xwestin, ji Kopenhagenê cenazeyê 3 saziyên Kurd bê rakirin." Balûken ragihand ku ev biryar di warê siyasî de dewama komkujiya li Parîsê ye.

Balûken da xuyakirin ku destên qirêj hem li hundur hem jî li derve li ser kar in û yên ku di komkujiya Parîsê de rol lîstine, di wergertina biryara girtina qenalên televîzyonê de jî rol lîstine. 

Balûken diyar kir ku ew li bendê bûn hukûmeta AKP'ê der heqê mijarê de nirxandineke erênî bike, lê belê berovacî Wezareta Karên Derve kêfxweşiya xwe ya ji biryara Dadgeha Eyaletê ya Kopenhagê aniye ziman. 

Balûken helwesta Wezareta Karên Derve rexne kir û got, "Em dixwazin îlan bikin, ku dengê gelê Kurd wê neyê birrîn. Beriya niha MED TV hatibû girtin. Emê hemû nerazîbûnên xwe yên demokratîk ên li dijî vê biryarê nîşan bidin."