Balafirgeha Brukselê wê vebe

Ji bo vekirina Balafirgeha Zaventem a Brukselê, polîsan, kargeha rêveber a balafirgehê û hikûmetê li hev kirin.

Ji bo vekirina Balafirgeha Zaventem a Brukselê, polîsan, kargeha rêveber a balafirgehê û hikûmetê li hev kirin.

Piştî vê lihevkirinê, tê payîn balafirgeh roja Yekşemê vebe. Ji Sendîkaya Karmendên polîsan (ACV) Hûgo Cloetens diyar kir, piraniya tedbîrên ewlekariyê yên wan xwestine, hatine qetbûlkirin û got, "Em detektorên metal dixwazin. Bi vê yekê re kesên tiştekî bi guman pê re hebe, bêyî bikevin nava balafirgehê wê bên tespîtkirin."

Di nava tedbîrên zêdetir ên bên wergirtin de, zêdekirina hejmara personelên ewlekariyê yên li balafirgehê jî heye.

Yek ji tedbîrên bê wergirtin jî; serê her saetê wê 800, salê jî 2.5 mîlyon rêwî li balafirgehê bên qebûlkirin. Ev hejmar ji sedî 20 ê kapasîteya normal a balafirgehê ye. Tê gotin, ji bo balafirgeh bi kapasîteya giştî bê vekirin, çend meh divê.