Balafirên Tirk helîkoptera Tsîpras tacîz kir
Serokwezîrê Yewnanistanê Aleksîs Tsîpras ragihand ku dema bi helîkoptera xwe li ser Behra Ege difiriya balafirên Tirk ew tacîz kirine. Tsîpras ji bo helwesta Tirk got “Beredayî” ye.
Serokwezîrê Yewnanistanê Aleksîs Tsîpras ragihand ku dema bi helîkoptera xwe li ser Behra Ege difiriya balafirên Tirk ew tacîz kirine. Tsîpras ji bo helwesta Tirk got “Beredayî” ye.
Serokwezîrê Yewnanistanê Aleksîs Tsîpras ragihand ku dema bi helîkoptera xwe diçû Girava Ker (Agathonîsî) ya li peravê Dîdîmê ji aliyê balafirên Tirk ve hate tacîz kirin.
Tsîpras ji televîzyona dewletê ERT re axivî û got di çarçoveya pîrozbahiyên salvegera veqetîna welatê wî ya ji Împaratoria Osmanî serdana herêmê kiriye.
Serokwezîrê Yewnan got, balafirên şer ên Tirk qada hewayî ya Yewnan îhlal kir û jêre gotine “xêrhatî”.
Tsîpras ji bo tacîza dewleta Tirk got; “Hewldaneke beredayî ye û tu wateya xwe nîne. Tenê bikaranîna zêde ya mazotê ye.”