Balafirên koalîsyonê rojhilatê Kobanê bombebaran kirin
Balafirên koalîsyonê rojhilatê Kobanê bombebaran kirin
Balafirên koalîsyonê rojhilatê Kobanê bombebaran kirin
Balafirên koalîsyona navneteweyî li rojhilatê herêma Kobanê baregehên çeteyên DAIŞ’ê bombebaran dikin.
Hat ragihandin ku balafirên koalîsyona navneteweyî yên ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê hatiye avakirin û 40 dewlet beşdarî wê bûne, li derdora gundê Hilincê yê rojhilatê herêma Kobanê baregehên çeteyên DAIŞ’ê bombebaran dikin.
Der barê encamên bombebaranê de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Li aliyekî din li gundê Hilincê yê rojhilatê herêmê şer û pevçûn di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de bi dijwarî rû didin.
Çeteyên DAIŞ’ê ji 15’ê 3Ilonê ve bi hemû hovîtiya xwe êrîşî herêma Kobanê dikin.