Balafir û pîlotê di şerê cîhanê de ketibûn hatin derxistin

Li eyaleta Baden-Wurttemberg a Elmanyayê de balafira di Duyemîn Şerê Cîhanê de ketibû û pîlotê têde jiyana xwe ji dest dabû piştî 70 salî hatin derxistin.

Li eyaleta Baden-Wurttemberg a Elmanyayê balafira di Duyemîn Şerê Cîhanê de ketibû û pîlotê têde jiyana xwe ji dest dabû piştî 70 salî li cihê balafir lê ketibû hatin derxistin.

Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Elman (dpa), enqaza balafireke di Duyemîn Şerê Cîhane de ketibû û cenazeyê pîlotê di balafirê de jiyana xwe ji dest dabû ji cihê lê ketibû hatin derxistin. Hat ragihandin ku cenazeyê pîlotê bi navê Antoîne Allard ê Fransî li cihekî nehat diyarkirin bi merasîmekê hat veşartin.

Balafira 14’ê Sibata 1945’an ketibû balafira bomberdûmanê ya Thunderbolt P47 a DYA bû û ji ber li balafireke din qelibîbû ketibû.  Lê belê tevî ku heta niha dihat zanîn ku balafir li nêzî gundê Ottersweier ê li sînorê Fransayê ketiye jî nedihat derxistin.

Piştî enqaza balafirê hat derxistin merasîmeke leşkerî hat lidarxistin, aleke Fransa û çelengek hat danîn.