Bajarê Rûtba yê stratejîk ji DAIŞ'ê hat standin

Artêşa Iraqê, bajarê Rûtba yê stratejîk ku beriya demeke dirêj ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibû dagirkirin, rizgar kir.

Ji berdevkên koalîsyona bi pêşengiya DYA serheng Steve Warren diyar kir, beşeke mezin a vî bajarê 360 kîlometre li rojavayê Bexdayê ye, ji destê çeteyan hatiye derxistin. Berdevk da xuyakirin, ku bajarê Rûtba ji bo DAIŞ xwe bigihîne herêmên Sûriyeyê yên dagir kiriye, navendeke lojîtîk a stratejîk e.

Hat ragihandin, yekîneyên taybet ên Iraqê yên destpêkê ketin nava bajêr, semta El Întîzar bi dest xistine û li navenda bajêr şer hînê dewam dike.

Bajarê Rûtba ku beriya deriyê sînor ê Ti Tanif ê li ser sînorê Sûriyeyê û deriyê sînor ê Tûraybîl ê li ser sînorê Urdunê bajarê herî dawî ye, ji bo DAIŞ'ê cihekî stratejîk e. Bakur û rojavayê wîlayeta El Anbar ku Rûtba pê ve girêdayî ye, hînê di dest çeteyên DAIŞ'ê de ne.