Azerbaycanê operasyonên xwe sekinand
Alozî duh a li herêma Karabagê di navbera Azerbaycan-Ermenîstanê rû da, dewam dike. Azerbaycanê biryara sekinandina operasyonan da.
Alozî duh a li herêma Karabagê di navbera Azerbaycan-Ermenîstanê rû da, dewam dike. Azerbaycanê biryara sekinandina operasyonan da.
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê Vagif Diyargahli diyar kir, ku welatê wan bi awayekî yekalî hemû operasyonên leşkerî yên li eniyê sekinandiye.
Diyargahli got, "Azerbaycanê guh daye bangên saziyên navneteweyî yên ji bo aştiyê di nava hewldanan de ne û biryar daye operasyonên xwe bi awayekî yekalî bisekinîne."
Di şerê duh bi şev ê li Karabagê de 12 leşkerên Azerî, 18 leşkerên Ermenîstanê miribûn. Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî banga agirbestê kiribû.
Bersiva Ermenîstanê ya li pêşberî vê gava yekalî ya Azerbaycanê tê merakkirin.