Azadiya Welat şayanê ‘Xelata Zêrîn’ hate ditîn

Azadiya Welat şayanê ‘Xelata Zêrîn’ hate ditîn

Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê bi wesîlaye Roja Rojnanevanên Kurdistanê 12’ê Nîsanê wê merasîma pîrozbahîyê li darbixe. Di merasimê de wê cara yekemîn xelata zêrîn were dayîn û rojnamemeya Azadiya Welat şayanê vê xelatê hatiye dîtin.

Serokê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê Azad Heme Emîn bi wesileya 115’emîn salvegera Roja Rojnamevanên Kurdistanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniya xwe de diyar ku, ew dê weke Sendikaya Rojnamevaniya Kurdistanê ji bo salvegera Rojnamevanên Kurdistanê merasimek pîrozbahîyê li darbixin. Di merasima salvegera Roja Rojnamevên Kurdistanê 22’ê Nîsanê de ew dê cara yekem xelata zêrîn bidin û bi vî awayî berdewam kir; “Em weke Sendikaya Rojnamevanên Kurdistanê di 22’ê Nîsanê de ahengek li dardixin. Di vê ahengê de em dê xelata zêrîn bidin rojnamevanan. Ji ber ku li rexmê hemû zext û êrîşên dewleta Tirk, Rojnameya Azadiya Welat weşana xwe ne rawestandiye bi berxwedana xwe ya bê hempa weşana xwe berdewam kiriye. Lewra ev xelatên ku em bidin tenê yek xelata zêrîn di nav de heye û me Rojnameya Azadiya Welat şayanê vê xelata zêrîn ditiye. Xelata Rojnamevaniya Kurdî em dê li ser navê Rojnameya Azadiya Welat bidin Sernivîskarê Rojnameya Azadiya Welat.